HDP'ê rojnameya Akşamê derewand
HDP'ê rojnameya Akşamê derewand
HDP'ê rojnameya Akşamê derewand
Alîkarê Hevserokên HDP'ê Olûç îdîaya dibêje, 'Der heqê çalakliyên piştevaniya berxwedana Kobanê de wê 282 endam û rêveber ji partiyê bê avêtin' derewand û got, "Desthilatdariya siyasî û saziyên medya li kêlekê, ku polîtîkaya wan a xistina Kobanê têk çû, hewl didin maliyeta vê fiyaskoya xwe biavêjin stuyê partiyê me. Nûçeyên bi vî rengî, ji bo dîtina rewşa ku çapemenî tê de digevize, mînakeke."
Li dû berxwedana Kobanê, kampanya reşkirina HDP'ê ku bi desteka hikûmetê ji aliyê medya navendê ya li kêleka desthilatdariyê cih digire ve tê meşandin, dewam dike.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sarûhan Olûç bi daxuyaniyeke nivîskî, nûçeyek di rojnameya Akşamê de hat weşandin derewand.
'DER HEQÊ TI RÊVEBER Û ENDAMÊN ME DE LÊPIRSÎNEKE DÎSÎPLÎNÎ NEHATIYE VEKIRIN'
Olûç got, "Di nûçeyeke rojnameya Akşamê ya ji Amedê de, tê îdîakirin ku 282 endam û rêveberên partiya me ji ber çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê ji partiyê were avêtin. Heman nûçe piştre di malperên Sabah û Yenî Şafakê de cih girt" û destnîşan kir ku ev nûçeyên reşkirina partiya wan, ku beriya hilbijartinê rexistinbûyîna xwe bi kongreyên bajar û navçeyan xurtir dike, bi ti awayekî eleqeya xwe bi rastiyê re nînin.
'POLÎTÎKAYA XISTINA KOBANÊ TÊK ÇÛ; DIXWAZIN MALIYETA WÊ BIAVÊJIN STUYÊ HDP!'
Olûç diyar kir, ku ji ber çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê ya li ser banga bikaranîna mafê protestoya demokratîk a Desteya Rêveberiya Navendî hatin lidarxistin, der heqê ti rêveber û endamên partiya me de, ji aliyê Desteyên Dîsîplînê ve ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Desthilatdariya siyasî û saziyên medya li kêlekê, ku polîtîkaya wan a xistina Kobanê têk çû, hewl didin maliyeta vê fiyaskoya xwe biavêjin stuyê partiyê me. Nûçeyên bi vî rengî, ji bo dîtina rewşa ku çapemenî tê de digevize, mînakeke.
Rojnameya Akşamê beriya niha jî, li gorî daneyên ne rast der heqê parlamenter û partiya me de, nûçeyên ne rast û yên hedef nîşan didan, weşandibû."
Olûç diyar kir ku ew rojnameya Akşamê û nûçegihanê wê yê hewl da raya giştî bi agahiyên şaş bixapîne û malperên Sabah û Yenî Şafakê yên bêyî piştrastkirinê nûçe weşandin, tekzîp dikin.