HDP'ê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî
Rêveberiya HDP'ê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û got, "Polîtîkayên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP'ê ve têne meşandin."
Rêveberiya HDP'ê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û got, "Polîtîkayên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP'ê ve têne meşandin."
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera Komkujiya Zîlanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di ser Komkujiya Zîlanê re 91 sal derbas bûn, ku yek ji encamên zext, zordarî û tundiya komarê ya li dijî daxwazên gelê Kurd e.
HDP'ê diyar kir ku jin, zarok û extiyar di nav de bi deh hezaran mirovî di vê komkujiya mezin de hatin qetilkirin û hînê mîna roja destpêkê di bîra gelê Kurd de ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "44 gund hatin şewitandin û çemê Zîlanê bi rojan xwîn herikî. Yên ji komkujiyê filitîn bi zorê hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin desteserkirin. Desthilatdariya wê demê ji bo leşker, cerdevan, milîs û kiryarên sivîl ên berpirsyarê vê trajediya mirovahiyê neyên cezakirin, qanûn çêkir û ev yek jî bû sedema komkujiyên nû. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên ku li Zîlanê bû sedema komkujiyê, îro ji aliyê AKP'ê ve bi rê û rêbazên cuda tê meşandin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo avakirina paşeroja ronahî û demokratîk a gelan, di serî de Komkujiya Zîlanê divê hesabê êşên heta niha hatine kişandin hemû bêne dayin û hate gotin, "Em bi deh hezaran mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ku jin, zarok û extiyar jî di nav de bû bi rêzdarî bi bîr tînin û wan ji bîr nakin. Komkujî û êşên li vê xakê hinceta me ya afirandina welatekî azad û demokratîk e. Ji bo berpirsyarên komkujiyê li pêşberî dîrokê mehkûm bibin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."