HDP'ê 'ji nû ve darizandin' pirsî
HDP'ê 'ji nû ve darizandin' pirsî
HDP'ê 'ji nû ve darizandin' pirsî
Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, der heqê dozên ku dadgehên xwedî erka taybet li ser wan biryar dane de, ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî ku amadekariyeke hikûmetê ya qanûnî ji bo ji nû ve darizandinê heye yan na.
Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, der heqê dozên ku dadgehên xwedî erka taybet li ser wan biryar dane de, ji Serokwezîr Davûtoglû pirsî ku amadekariyeke hikûmetê ya qanûnî ji bo ji nû ve darizandinê heye yan na.
Bîrtane di pêşniyar pirsa xwe de diyar kir ku dadgehên xwedî erka taybet, ji ber ku saziyên mafê darizandina adîl binpê kirine hatine rakirin û got, "Hiqûqnas her tim tînin ziman ku divê darizandinên van dadgehan jî derbasdar neyên qebûlkirin. Lê belê biryarên mehkûmiyetê yên van dadgehan, yek bi yek ji aliyê Dadgeha Bilind ve tê pejirandin. 'Operasyonên KCK'ê yên weke gemarekê di dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê de cih girt, ji aliyê van dadgehên xwedî erka taybet ve hatibûn meşandin. Ev darizandinên ku veguherîne qirkirineke siyasî, li gorî biryarên van dadgehên xwedî erka taybet ve dewam dikin."
Bîrtane da xuyakirin ku 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, Doza Çapemeniyê ya KCK'ê biriye ber destê Dadgeha Destûra bingehîn û pirsa "Der heqê dozên ji aliyê dadgehên xwedî erka taybet ve hatine birêvebirin û bi encam bûye de, ti xebateke we ya guhertina TMK heye ku rê li ber ji nû ve darizandina van vebike?" kir.
Bîrtane her wiha ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn bi lez biryarê bide pirsî ku ti plansaziyek ji bo bilezkirina pêvajoya ûsûlê û parastinê, heye yan na?