HDP'ê ji bo rakirina benda hilbijartinê qanûnek pêşniyar kir

HDP'ê ji bo rakirina benda hilbijartinê qanûnek pêşniyar kir. Di pêşniyara qanûnê de hat destnîşankirin ku rakirina benda hilbijartinê wê rê li ber aştiya civakî, ewlekirina demokrasî û mafên hiqûqî, pêşbirka aştiyane ya siyasî û çanda şêwrê veke.

HDP'ê ji bo rakirina benda hilbijartinê qanûnek pêşniyar kir. Di pêşniyara qanûnê de hat destnîşankirin ku rakirina benda hilbijartinê wê rê li ber aştiya civakî, ewlekirina demokrasî û mafên hiqûqî, pêşbirka aştiyane ya siyasî û çanda şêwrê veke.

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, ji bo benda hilbijartinê bi temamî were rakirin qanûnek pêşniyar kirin.

Di beşa sedema pêşniyarê de hat destnîşankirin ku ji ber bilindahiya rêjeya bendê, hin komên civakî nikarin cihê xwe di nava parlamentê de bigirin û ev yek li pêşiya temsîliyeta aborî, civakî, çandî, daxwaz û bendewariyên van derdorên civakî, dibe asteng.

Cîgiran dan xuyakirin ku li beşek ji welatên demokratîk ên sîstema temsîlî ya nîspî bikar tînin, benda hilbijartinê hilbijartinê heye, lê ev bend ji sedî 1 heta ji sedî 5'an e. 

Di beşa sedemê ya pêşniyarê de hat ragihandin ku benda hilbijartinê li Elmanyayê ji %5, li Awûstûryayê ji %4, li Hollandayê ji %0,67, li Îtalyayê ji %4 e û hat gotin ku ev bend li Tirkiyeyê ji  %10 e.

Bûldan û Balûken destnîşan kirin ku ev benda hilbijartinê di bin navê aramiyê de nearamiyê mezin û xwedî dike û anîn ziman ku rakirina benda hilbijartinê wê rê li ber aştiya civakî, ewlekirina demokrasî û mafên hiqûqî, pêşbirka aştiyane ya siyasî û çanda şêwrê veke.

QANÛNA HAT PÊŞNIYARKIRIN

Qanûna ji bo rakirina benda hilbijartinê hatiye pêşniyarkirin bi vî rengî ye:

"XALA 1.- Di Qanûna Hilbijartina Parlamenteriyê ya bi Hejmara 2839'an de xala 33. a li ser hesapkirin û benda giştî, bi temamî ji metna qanûnê hatiye derxistin.

XALA 2.- Ev qanûn di dema hatiye weşandin, dikeve meriyetê.

XALA 3.- Hukmên vê qanûnê ji aliyê Desteya Wezîran ve tên birêvebirin.

SEDEMÊN XALAN

XALA 1.- Bi guhertina hatiye kirin re, benda hilbijartinê ya ji sedî dehan a di meriyetê de ye tê rakirin û bi rakirina vê bendê re tê xwestin ku hemû astengiyên antî demokratîk ên li pêşiya tevlîbûna komên siyasî û derdorên civakî li rêveberiya welêt, bên rakirin.

XALA 2.- Dema ketina meriyetê ya qanûnê.

XALA 3.- Xala birêvebirinê."