HDP'ê girtin û binçavkirin xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Beştaş, operasyonên qirkirina siyasî xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Beştaş, operasyonên qirkirina siyasî xist rojeva Meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê operasyonên binçavkirinê yên li 34 bajaran ji navendekê ve tê meşandin de, pêşniyar pirseke devkî pêşkêş kir û ji Wezîrê Edaletê Kenan Îpek xwest, bersivê bide.
Beştaş da xuyakirin ku girtin û binçavkirina mûxalîfan piştî hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê zêde bûne û destnîşan kir ku her çend operasyonên binçavkirinê yên piştî komkujiya li Pirsûsê di bin navê 'li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê' tê meşandin de jî, piraniya kesên hatine binçavkirin derdorên sivîl ên mûxalîf in.
Beştaş anî ziman ku li 34 bajaran 851 kes hatine binçavkirin û gelekî kêm ji van binçavkiriyan endam an jî sempatîzanên DAIŞ'ê ne.
Beştaş a HDP'ê ji Wezîr Îpek xwest bersiva van pirsan bide:
"Wezareta we yan jî meqamên lêpirsînê li gorî kîjan çarçoveyê biryara operasyonên binçavkirinê didin? Di çarçoveya daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ku digot, 'ji bo operasyonên binçavkirinê min fermanên pêwîst daye' de, fermana Serokkomar daye Wezareta we, nivîskî ye? Devkî ye? Dem û çarçoveya operasyonên binçavkirinê yên di fermanê de cih digirin çiye? Li gorî we, fermanên mijara gotinê li dijî Destûra Bingehîn û qanûnan e? Sedema van girtin û binçavkirinan çiye? Ji 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve çend kes hatine binçavkirin, çend kes hatine girtin? Ev kes li kîjan bajarî hatine binçavkirin an girtin? Li kîjan bajar û girtîgehan çiqas girtî û binçavkirin heye?
Der barê komkujiya li Pirsûsê de çend kes hatine binçavkirin, çend kes hatine girtin? Sedema binçavkiriyên ne ji ber komkujiya li Pirsûsê çiye? Hejmara binçavkirî û girtiyên ne ji ber komkujiya li Pirsûsê çend e?
Ji binçavkirî û girtiyan çend kes bi hinceta pêwendiya xwe bi DHKP-C heye, hatine girtin û binçavkirin?
Ji binçavkirî û girtiyan çend kes bi hinceta pêwendiya xwe bi PKK'ê heye, hatine girtin û binçavkirin?
Çima operasyonên girtin û binçavkirina derdorên mûxalîf di heman çarçoveya operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de tên nirxandin?"