Li gorî nûçeyên çapemeniyê, Dadgeha Makeqanûnê roja parastina devkî ya doza girtina HDP'ê taloqî 11'ê Nîsanê kir. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Parêzer Serhat Eren diyar kir ku, ti agahiyeke fermî ji wan re nehatiye ragihandin. Li gor salnameya hilbijartinê ya ku hat eşkerekirin, divê lîsteyên namzetan di 10’ê Nîsanê de bên eşkerekirin.
Eren ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan ji bo erdheja 6'ê Sibatê beriya niha jî daxwaza taloqkirina parastina devkî kiribûn.
“Ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve rojek hate diyarkirin ku partiya me parastina devkî bike û li ser vê esasê di 14’ê Adarê de me yê parastina devkî bikira. Lê belê ji ber erdheja li navenda Mereşê ku di 6'ê Sibatê de pêk hat û bandor li tevahiya Tirkiyeyê kir, hemû komîteyên partiyê tevî hevserokên partiyê û heta endamên komîsyona me ya hiqûqî ku parastina devkî amade kiribûn, beşdarî koordînasyona navenda krîzê bûn.
LI GORÎ DESTHILATDARIYÊ TEVDIGERIN
Me di serlêdanên xwe yên takekesî de jî ji bo Dadgeha Makeqanûnê, ji ber ku lijneyên me di nava xebatên alîkariyê de ne û hemû xebatên darazê heta 6’ê Nîsanê hatine rawestandin û ne mimkûn e ku partiya me di 14'ê Adarê de parastina xwe bikin, ji ber vê yekê divê 3 mehan bê taloqkirin. Me ji bo vê daxwazek kir. Lê mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn xuya ye daxwaza me red kiriye. Wisan xuya dike. Ji ber ku heta niha agahiyek ji partiya me re nehatiye dayîn. Em tenê ji çapemeniyê hîn bûn ku taloqî 11’ê Nîsanê hatiye kirin. Ez dixwazim diyar bikim ku ne rast e ku bêyî ku ji partiya ku tê darizandin agahdarî were kirin ji çapemeniyê re were ragihandin. Lê di Dadgeha Destûra Bingehîn de ji destpêkê ve her tim rêyek wiha şopandiye. Ji ber vê yekê em bi rastî ji vê agahiyê ne bawer in.
(...) Ji ber vê yekê, wê rasttir be ku mirov li benda biryara fermî ya Dadgeha Makeqanûnê bisekine, lê belê eger bi rastî jî taloqî 11'ê Nîsanê hatibe kirin, Dadgeha MAkeqanûnê wê careke din biryareke li gorî rojeva desthilatdariyê der heqê partiya me de dabe. Ji ber ku ev yek ji piştî dîrokekî ku lîsteyên namzetên ji bo hilbijartinê bên dayîn û bi dawî kirin hiştine, tê wateya ku wê destûrê nedin partiya me di hilbijartinên 14’ê Gulanê de cih bigire.”
BLOQE HATE RAKIRIN
Parêzer Serhat Eren bi bîr xist ku, divê îtîraza li hemberî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a bloqekirina hesabên partiyan jî îro bê nîqaşkirin.
Dadgeha Makeqanûnê, di dozekê de ku daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike, biryara tedbîra bloqekirina hesabê alîkariyê yê Xezîneya partiyê rakir.
Dadgeha Makeqanûnê biryara bloqekirina hesabê Alîkariya Xezîneyê ya partiyê ji bo ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin, betal kir.