Lijneya Reveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera qirkirin û sirgunkirina Çerkezan daxuyaniyek nivîskî da.
HDK’ê da zanîn ku ji gelên Kafkasyayê Çerkez, ji aliyê Rusyaya Çarlik li her çar aliyê cîhanê hatine belav kirin û wiha got: “Çerkez li derê cîhanê belav bûne. Êşa wan parve dikin. Em bang li hemû gelan dikin ku bila bi gelê Çerkez re bikeve nava piştevahiyê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Çerkez xwedî rumet û azadiya xwe derdikevin û wiha pê deçûn: “Çerkez di 21’ê Gulana 1864’an de li hemberî artêşa Çarlik têk çûn û di dîroka cÎhanê re rastî qirkirina herî hovane hatin. Hatin sirgunkirin. Bi hevkariya Rus, osmanî, Brîtanyayê ji welatên wan hatin derxistin. Belavê çar aliyê cîhanê bûn. Li Lubnan, Filîstin, Misir, Suriiye û Balkanan belav bûn. Êşên mezin kişandin.”
Di berdewamiya daxuayniyê de hate gotin ku bi hezaran Çerkez di dema sirguniyê de li riyan jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Ji birçîna, tunebûn û xizaniyê mirin. Beşeke mezin a Çerkezan niha welatiyên Tirkiyeyê ne. Lê ew jî weke gelek gelên din rastî Înkar û asîmîsyonê hatine. Yek qurbaniyên dewleta tirkin. Ji mafên xwe yên ol, çand, ziman mahrum man. Bi koleme û weqfên ku avakirine hewl didin ku çand û nasnameya xwe bidin jiyîn. “
HDK’ê di daxuyaiyê de got di makeqanûna nû de navê Çerkezan derbas nabe û wiha pê de çû: “Gelê Çerkez her sal di 21’ê Gulanê de bernameyê bîbîranînê pêk tîne. Xwedî çand û zimanÊ xwe dertên. Em wekî HDK’ê bangl ihemû gelan dikin ku bi gelê Çerkez re bikevin nava piştevaniyê.”
Rêxistinê Çerkez sibê dê li Rawestgeha Tramvay a Taksîmê û Beşîktaşê çalakiyan pêk bînn.
li Rawestgeha Tramvay a Taksîmê saet di 13.00’an de Çerkez dê bên cem hev û berbi Seferatxaneya Rusyayê bimeşin. Çalakiya duyemîn jî dê saet di 15.00’an de ji îskeleya Kabatş dest pê bike û ber Beşîktaşê bimeşin.