HDK: Bes zordariyê bikin, akademîsyenan serbest berdin
HDK'ê êrîşên reşkirin û binçavkirina akademîsyenan şermezar kir. HDK'ê diyar kir ku piştî daxuyaniyên Erdogan, akademîsyen hedef hatine girtin û banga bilindkirina têkoşînê kir.
HDK'ê êrîşên reşkirin û binçavkirina akademîsyenan şermezar kir. HDK'ê diyar kir ku piştî daxuyaniyên Erdogan, akademîsyen hedef hatine girtin û banga bilindkirina têkoşînê kir.
Hevberdevkên HDK'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, li ser binçavkirin û lêpirsînên li hemberî "Akademîsyenên ji bo Aştiyê" daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zêdeyî 2.000 hîndekarên ji hemû zanîngehên Tirkiyeyê, di çarçoveya mîsyona xwe ya civakî de, bi rêya herî aştiyane pêşniyar û daxwazên xwe yên ji bo çareserî û aştiyê bilêv kirine û kampanya reşkirin û bêqîmetkirinê ya li hemberî van akademîsyenan tê meşandin, hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin êdî ev kêfîtî û zordarî bê qedandin û akademîsyen tavilê serbest werin berdan."
HDK'ê da zanîn ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan sûcdariyên dûrî ji berpirsyariyê li hemberî akademîsyenan kiriye û destnîşan kir ku ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku 'dadgeriya serbixwe' ya Tirkiyeyê çiqasî di bin lingên desthilatdariyê de dieciqe.
Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên aştî, demokrasî, rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên azadiya ramanê û azadiya akademîk hat kirin, ku tavilê bikevin nava tevgerê û ji bo serbestberdana 'akademîsyenên ji bo aştiyê' zextê li hikûmetê bikin, ji bo vegera li zemîna çareserî û muzakereyê dengê xwe bilind bikin.