HBDH: Serketin wê ya çîna karker û gelên bindest be

Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Cotmehê daxuyaniyek da ku beriya 106 salan li Rûsyayê pêk hat û destnîşan kir ku di vî şerî de wê çîna karker û gelên bindest bi ser bikevin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, "Beriya bi 106 salan proleterya Rûs bi wêrekî serdema sosyalîzmê da destpêkirin; qeşa hate şikandin, rê hate vekirin."

Daxuyanî bi vî rengî ye: "Li gorî Salnameya Mîladî di 8'ê Adara 1917'an (Li gorî Salnameya Julyen di 23'ê Sibata 1917'an de) çalakiya karkerên Petrogradê ku bi serkêşiya jinan pêk hat, di demeke kurt de girseyî bû û veguherî serhildanê. Rejîma Çarlik ji ber berjewendiyên emperyalîst gundiyên xizan û karker ber bi eniyê ve dehf da. Bi beşdariya leşkerên ku digotin 'Şerê emperyalîstan ne şerê me ye' serhildan bi ser ket û rejîma çarlik hilweşiya.

Di 7'ê Mijdarê de (Li gorî Salnameya Julyen di 25'ê Cotmeha 1917'an de) bi hezaran parêzvanên sor berê xwe dan Qesra Zivistanê û hemû avahiyên hikumetê û cihên stratejîk bi dest xistin. Desthilatdarî weke 'Sowyeta Karker, Leşker û Gundiyan' ragihandin.

Di 7'ê Mijdara 1917'an de (Li gorî Salnameya Julyen di 25'ê Cotmeha 1917'an de) proleterya û gundiyên (mûjîk) xizan bûn û di bin barê giran ê şer de bûn, rêveçûna dîrokê guhertin. Li Rûsyayê yekemîn dewleta karker a serketî ava bû. Şoreşa Bolşevîk bû rêberê rizgariya kedkar, bindest, neteweyên di bin zordariya emperyalîst de bû.

Ala sor a ku ji nava xirbeyên Çarlik bilind bû, nîşaneya desthilatdariya kedê bû. Marx gotibû, 'Proleterya ya şoreşger e, ya jî ne tiştek e'. Şoreşa Cotmehê ev rastî bi xwîn û can li rûpelên dîrokê nivîsand. Yên ku heta wê demê tune dihatin hesibandin, yên ku bawerî nedihate kirin ku karibin cîhanê biguherînin, herikîna dîrokê guhertin.

Şoreşa Cotmehê di dîroka mirovahiyê de serdemeke nû ye. Avabûna civaka nû, dewleta yekemîn a sosyalîst a cîhanê ye. Sîstemeke civakî ya nû ye ku nîşan dide cîhaneke dûrî mêtingeriyê dikare bê avakirin. Mîna Çîn, Vîetnam û Kubayê gelek gelan dan ser şopa Şoreşa Cotmehê û Sowyetan. Di demeke kurt de jî de be ji sê parên cîhanê parekê li ser rêya sosyalîzmê meşiya. Di vê rêyê de hîn jî gel ber bi sosyalîzm, desthilatdariya kedê, rizgariya neteweyî ve dimeşin.

Ji Cotmehê û vir ve di nava 106 salan de cîhan gelekî guherî. Sîstema emperyalîst-kapîtalîst di asta cîhanê de di nava krîzê de ye. Krîzeke sîstemê heye. Ji bo çareserkirina vê krîzê jî êrîşî her tiştî, her kesî dike. Ji aliyekî ve şerê navbera Ûkrayna (NATO) û Rûsyayê, li aliyê din şerê nvabera Îsraîl û Fîlîstînê. Her wiha faşîzma ku hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne. Hikumetên bûrjûva ku di her firsendê d êrîşî gel dikin. Du cîhan; cîhana kedê û ya sermayeyê, cîhana mêtingeran; cîhana sosyalîzm û kapîtalîzmê. Bi sed milyonan mirovên bindest ên ji jiyanê hatine qewirandin û cîhana bûrjûva şerê hev dikin. Li aliyekî hikumetên emperyalîst, leşker û hêzên wan ên çekdarî, li aliyê din jî bi sed milyonan mirovên xizan, bindest. Niha di navbera van herdu eniyan de şerekî welê tê meşandin ku wê paşeroja cîhanê, paşeroja mirovahiyê diyar bike. Şer bi şêwe û amûrên cuda, li tevahiya cîhanê belav bûye. Ji vê demê û pê ve yekane şertê kku şer biqedîne, têkçûna aliyekî ye.

Têkoşîna ku bi milyonan bindest û kedkaran bi pêşengiya Lenîn meşandin, îro jî rê li ber têkoşîna me vedike. Hîn jî rê û rêbazên şoreşê û têkoşîna sosyalîzmê hîn dike.

Proleterya ku Şoreşa Cotmehê afirand, îro jî li ser rêya afirandina 'Cotmeh'ên nû gavên mezin diavêje. Bûrjûva û Proleterya di pêvajoya herî giran a dîroka şerê çînan de ne. Proleterya cîhanê têkoşîna hemçînên afirînerên şoreşê ji xwe re dike mînak. Li her devera cîhanê mînakên nû têne afirandin ku rêveçûna dîrokê diyar bikin. Di vî şerî de wê çîna karker û gelên bi dest bi ser bikevin. Weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan bi hêza ji Şoreşa Cotmehê werdigirin em bi xurtî ber bi serketinê ve dimeşin."