HBDH: Em ê hesabê komkujiyê bipirsin
HBDH'ê li dijî komkujiya li Konya Meramê daxuyanî da û got, 'Em ê hesab bipirsin'
HBDH'ê li dijî komkujiya li Konya Meramê daxuyanî da û got, 'Em ê hesab bipirsin'
Tevgera Şoreşger a Gelan a Yekbûyî (HBDH) li dijî komkujiya nîjatperest a Tirk a li Konyayê daxuyanî da.
HBDH'ê got, ''Bila ti kes şik û gumanê neke, wê bersiva van êrîşên faşîst û komkujiyan were dayin.
Faşîzm ne hêzeke wiha ye ku mirov nikaribe li dijî wê têbikoşe û têk nebe. Çi kesê ku wê weke hêzeke ku mirov nikaribe heq jê derkeve nîşan dide, dijmin bixwe ye.''
HBDH'ê bi berdewamî got, ''Faşîzm bêyî ku şerê wê were kirin têk naçe. Rabin ser piyan! Qewetê bidin şerê dijî faşîzmê. Ji bo ku li dijî faşîzmê bi her amûrî bersivê bidin rêxistinî bibin. Faşîzm tê, hûn jî rahêjin çek.''
HBDH'ê herî dawî got, ''Em diyar dikin em ê hesabê hemû komkujiyên faşîst bixwazin û careke dî sond dixwin ku têkoşîna dijî faşîzmê em ê bi ser bixin.''