HBDH’ê li Stenbolê çalakiyek kir
HBDH’ê diyar kir ku wan li Stenbolê li mala sîxurekî xistine.
HBDH’ê diyar kir ku wan li Stenbolê li mala sîxurekî xistine.
Milîsên Agir Kop ên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di 12’ê Sibata 2022’an de saet di 21.30’an de li Taxa Îmrahor a Arnavûtkoya Stenbolê bi bombeyên deng û fîşekên hewayî li mala Yilmaz Babat hate xistin. Ev kes xizmeta polîsan dike û di heman demê de sîxurtiyê jî dike. Ji ber îfadeyên vî sîxurî gelek rêhevalên me dîl hatine girtin. Heke ew vê hişyariya me fêm neke û dawî li karên sîxurtiyê neyne, ew ê bi giranî were cezakirin.
Em careke din hemû sîxuran hişyar dikin, kesên teslîmî faşîzmê bûne divê bibînin ku wê desthilatdariya we hildiweşe. Ew ne dikare xwe biparêze û ne jî dikare we biparêze. Hê rêya wê heye, werin teslîmî hêzên şoreşger bibin, sûcên xwe eşkere bikin û dev ji sîxurtiyê berdin."