HBDH’ê hevkarê xizmeta cerdevanan dike ceza kir

HBDH Kurdistan, li Mêrdînê mînîbûsa şexsê hevkar yê xizmeta veguhestinê ya cerdevanan dike şewitandin.

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Kurdistan daxuyaniyek nivîskî da û got: “10’ê Hezîrana 20212ê di saetên şevê de li derdorî gundê Akres-Şemrex a Mêrdînê mînîbûsa şexsê bi navê Ahmet Akdag ku bi veguhestinê xizmeta cerdevanan dike, sekinandine. Ji bo vî şehsî hatiye gotin ku; ‘Xizmetkirina ji bo cerdevanan tê wateya xizmetkirina mêtîngeriyê, ev jî li hemberî gel sûce’ hatiye hişyarkirin û wesayîta wî hatiye şewitandin.”