HBDH'ê çar şoreşgerên li Çemê Merîçê hatin qetilkirin, bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê çar şoreşger bi bîr anî ku li ser sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê hatin qetilkirin û êşkence li cenazeyên wan hate kirin.
Komîteya Rêveber a HBDH'ê çar şoreşger bi bîr anî ku li ser sînorê Yewnanistan û Tirkiyeyê hatin qetilkirin û êşkence li cenazeyên wan hate kirin.
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "Çemê Merîçê 31'ê Cotmeha 2023'an bi xwînê sor bû. Şoreşger Harîka Kizilkaya, Bûrak Agarmiş, Ozkan Guzel û Erdogan Çakir li hemberî fîşekên faşîzma AKP-MHP'ê serî netewandin. Şoreşgerên ku çok netewandin heta kêliya dawî hewl dan bikevin nava welêt û bi îradeya bilindkirina têkoşîna şoreşgerî şer kirin. Bi vê biryardariyê wê heta bi hetayê ji aliyê gelên me ve bêne bîranîn. Wê weke şervanên sor ên şoreşgerî û rûmeta gel bilind kirin, her tim di serketinan de bêne bîranîn."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Têkoşîna şoreşgerî di nava şert û mercên giran de derbas dibe. Di heman astê de biryardarî, daxwaz, wêrekî û îrade jî xwe bilind dike. Ev hêza ku bilind dibe tenê bi jiyana rêxistinî pêk tê. Jiyana rêxistinî û nerêxistinî jî ji her demê bêhtir ji hev cihê dibin. Jiyana bi rûmet û nokerî hîn bêhtir li hemberî hev şer dikin. Şoreşger, pêşengên çîna karker, yên ji nava bindestan rabûne ji bo êşa gel rojek berî rojekê biqede şer dewam dikin. Çar şoreşgerên sor hevrê 'Harîka, Bûrak, Ozkan û Erdogan' bi biryardariya kêmkirina êşa gel û afirandina welatekî dûrî ji mêtingeriyê berdêl dan, bi vê baweriyê dest bi têkoşînê kirin. Biryardariya wan a şer wê êdî di hêza me ya hesabpirsînê de diyar bibe.
Di vê serdemê de emperyalîzm operasyona teslîmgirina şoreşgeran-şervanên rizgariya gel dimeşîne. Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst jî parçeyek ji vê operasyonê ye. Bi êşkence, binçavkirin, gefxwarin, kuştinê hewl dide tirsê berde dilê gelan û reşbîniyê belav bikin. Nemirîbûyî ji van êrîşan a herî mezin e. Lê belê biryardariya meşa ber bi nemirîbûyînê mayinde dibe. Her kesên ku faşîzm wan weke bêçare û bêrêxistin dibîne, xwe bi rêxistin dikin, şer dikin û mezin dibin. Operasyona teslîmgirtinê ya serweran, ya rejîma Erdogan a faşîst ji aliyê şoreşgeran ve tê dorpêçkirin. Tovên xemsariyê ji holê têne rakirin. Hesab ji faşîzmê tê pirsîn.
Serwer li cîhana xwe ya parastî dixwazin civateke şoreşgeran a penaberbûyî bibînin, lê belê şoreşger jî bi biryar in ku bikevin nava welêt. Ji ber vê yekê şoreşger ti carî penaber nînin. Rêxistinên wan jî rêxistinên penaberiyê nîne. Armanca wan, şer û rêxistiniya wan, dilsoziya wan a bi armancên mezin wê her tim li xaka şoreşê hebe. Ti carî bi çavê mayindebûnê li Ewropayê nenihêrîn ku ji neçarî çûn û bi taktîkî lê bi cih bûn. Li xaka sirgûnê planên derbasbûna li welatekî azad kirin, planên şer kirin. Hevrê Harîka, Bûrak, Ozkan û Erdogan jiyana li penaberiyê red kirin û berê xwe dan welêt. Pratîka van şoreşgeran wê di dîroka me ya têkoşînê de neyê jibîrkirin.
Dem ew dem e ku li dijî êşkenceya ku li cenazeyên Çaran a li Çemê Merîçê hate kirin, têkoşîn bê bilindkirin û hesab ji kujerên faşîst bê pirsîn. Berpirsyariya me ya şoreşgerî ya yekbûyî ye ku cenazeyên hevrêyên xwe veşêrin ku hatine revandin. Di demekê de ku li Fîlîstînê, li Rojava sivîl têne kuştin, êrîş li ser binesaziyê tê kirin, li hemberî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê gazên kîmyewî têne bikaranîn, li Tirkiyeyê keda karker û kedkaran tê xwarin, pratîka fedakar a hevrêyên me Harîka, Bûrak, Ozkan û Erdogan wê têkoşînê bilind bike. Ev fedakarî bi astengkirina revandina cenazeyên hevrêyên me, bi veşartina cenazeyên wan û serxistina têkoşînê dikare bê kirin. Desthilatdariya faşîst herçend hewl bide ku cenazeyên me birevînin jî wê nikaribe ji roja hesabpirsînê ya şoreşgeran bireve. Dem dema rabûna li ser piyan e, dema hesabpirsînê ye!"