HBDH’ê çalakiya sabotajê kir

Milîsên Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên HBDH’ê li Amedê çalakiya sabotajê kirin.

Di daxuyaniya Milîsên Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de ev tişt hatin diyarkirin:

“Êrîşên li ser karker û kedkaran, zexta giran a li girtîgehan, tarîtiya tecrîdê ya ku bê navber dewam dike, bombebaranên dermirovî yên li Başûr û Rojava û sûîqastên nemerdane… ji bo hilweşandina vê dîktatoriya faşîst, biryardariya me hîn xurttir dike. Dewleta faşîst bi her êrîşa xwe, hêrsa gelê me zêdetir dike û “sedemên xwe yên hilweşînê” zêdetir dike!

Şeva 24’ê Cotmehê me li Amedê çalakiya Sabotajê kir. Weke Milîsên Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên HBDH’ê me li Ofîsa Toprak Mahsûllerî ya li Bismîlê çalakiya sabotajê kir. Ambar bi temamî bûn xwelî.

Milîsên me bi rengekî serkeftî, ji qada çalakiyê veqetiyan.”