Haya Qeymeqamtiyê ji 'biryara qedexekirinê' ya li ser lîstikên Kurdî nîne!
Şanoya Kurdî ya bi navê "Heylo! dîsa tevlîhev bû" li ser biryara Qeymeqamtiya Tetwanê hat qedexekirin, lê derket holê ku haya qeymeqamtiyê ji biryara qedexeyê nîne.
Şanoya Kurdî ya bi navê "Heylo! dîsa tevlîhev bû" li ser biryara Qeymeqamtiya Tetwanê hat qedexekirin, lê derket holê ku haya qeymeqamtiyê ji biryara qedexeyê nîne.
Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê xwest lîsta Kurdî “Heylo! dîsa tevlîhev bû" ji berehema nivîskarê Fransî Claude Magnier hatiye amadekirin di 19'ê Hezîranê de li Navenda Çandê ya Şaredariya Tetwanê derkeve pêşberî temaşevanan, lê bi hinceta ku ji hêla Qeymeqamtiyê ve hatiye qedexekirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Lê belê polîsan der barê biryara ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hatiye qedexekirin de biryareke nivîskî nedaye tîma ŞanoWanê
HEVKARIYA KARÊN NIVÎSÊ Û POLÎSAN
Piştî ku qedexekirin di çapemeniyê derket û bertekên li dijî qedexeyê zêdebûn. Dawiyê derket holê ku haya Qaymeqamtiya Tetwanê ji biryara qedexeyê nîne. Hat diyarkirin ku bi hevkariya Midûrê Karên Nivîsê Aydin û polîsan lîstik hatiye qedexekirin. Li ser vê yekê Qeymeqamê navçeya Tetwanê Refîk Aydin li kesên nêzî ekîba ŞanoWan geriya û anî ziman ku ger nûçe bên rakirin dê destûrê bidin lîstikê.
POLÎSAN BÊ BIRYAR QEDEXEKIRIN
Bi derketina vê rewşê re Parlamenterê HEDEP’ê yê Bedlîsê Huseyîn Olan di 20'ê Hezîranê de bi pirsnameya pêşkêşî parlementoyê kir, biryara qedexeyê anîbû meclîsê. Tezkereya ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ve hatibû xwestin di 30'ê Cotmehê de hatibû bersivandin.
Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku Qeymeqamtiya navçeyê der barê qedexeyê de biryar nedaye. Di bersivê de hat gotin ku der barê lîstikê de serlêdana Qeymeqamtiyê hatiye kirin û Qeymeqamtiyê ev serlêdan ji Navenda Çandê ya Şaredariya Tetwanê re şandiye. Her wiha li ser vê yekê navendê bi îdiaya ku di ronahiya salona şanoyê de pirsgirêk hene, bersiveke neyînî daye.