Hatipoglû û Çîftçî serbest nehatin berdan
Di rûniştina Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî dihatin darizandin de, Îsmaîl Sihat Kaya û Hamîde Ozer serbest hatin berdan.
Di rûniştina Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî dihatin darizandin de, Îsmaîl Sihat Kaya û Hamîde Ozer serbest hatin berdan.
Di rûniştina Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû, Nûrûllah Çîftçî û Dîlek Hatîpoglû dihatin darizandin de, Îsmaîl Sihat Kaya û Hamîde Ozer serbest hatin berdan.
Rûniştina ku Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî jî di nav de ya hevserokên Rêxistinên DBP, HDP’ê yên Bajar li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê pêk hat. Bi hinceta ku 14’ê Tebaxê di pêşengiya Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajar tevlî daxuyaniya “Xwerêveberiyê” bûne hatibûn girtin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya beriya rûniştinê daxuyanî da, bi bîr xist ku bi xwe jî ji ber îlankirina xwerêveberiyê hatibû girtin û piştre hatibû berdan. Kaya wiha axivî: “Ji destpêkê ve biryar siyasî ye. Piştî daxuyaniya çapemeniyê bi girtina îradeya gel dibêjin ku ‘We li herêma xwe xwerêveberiya xwe îlan kir. Em ê we li ser axa we girtî bihêlin.’ Di encama serketina gelê Kurd de ev pêş ketin. Em ji bo piştevaniya jinan hatin vir. Wê edalet û hiqûq cihê xwe bibîne. Gel me hilbijartiye û wê dîsa gel me dadgeh bike.”
Piştî parastinan, dozgeriyê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat daxwaza tehliyeyê kir. Piştî navbera ji aliyê heyeta dadgehê hat dayîn, Îsmaîl Sihat Kaya û Hamîde Ozer serbest hate berdan, biryar hate dayîn ku bersûcên din rewşa girtîbûnê bidomînin.
Rûniştin talûqî 30’ê Kanûnê bû.