Hate xwestin ku çawişê pispor ê tecawizkar Orhan bê girtin

Di doza darizandina çawişê pispor ê tecawizkar Mûsa Orhan de daxwaza girtinê hate kirin.

Rûniştina 5'emîn a doza ji sûcê 'êrişa zayendî' ya têkildarî çawişê pispor ê tecawizkar Mûsa Orhan, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê kir.

Tevî malbat û parêzerên malbata Er a mexdûr, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel û Nûran Îmîr serokên gelek baroyan, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Jinê ya Rosa tevlî bûn.

Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li gel rojnamevanan tevlî rûniştinê nehatin kirin.

Kiryar Mûsa Orhan bi rêya Sîstema Ragihandinê ya Deng û Dîmen ji 35'emîn Dadgeha Ceza ya Giran tevlî rûniştina dozê bû.

Dozgeriyê nêrîna xwe eşkere kir û xwest ku kiryar bê girtin. Parêzeran jî xwestin ku kiryar bê cezakirin û girtin.