'Hate dîtin ku jiyaneke alternatîf dikare bê avakirin'
Endama MYK a Halkevlerî Berna Demîrdaş destnîşan kir ku di dema erdhejê de têgihiştina dewletê kete ber lêpirsînê û got, hate dîtin ku jiyaneke alternatîf dikare bê afirandin.
Endama MYK a Halkevlerî Berna Demîrdaş destnîşan kir ku di dema erdhejê de têgihiştina dewletê kete ber lêpirsînê û got, hate dîtin ku jiyaneke alternatîf dikare bê afirandin.
Yek ji rêxistinên ku ji roja destpêkê ve li herêmên erdhejê ye, Halkevlerî ye. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Halkevlerî Berna Demîrdaş ji ANF'ê re axivî.
'XWESTIN PÊŞÎ LI KARÊ JINÛVE AVAKIRINÊ BIGIRIN'
Demîrdaş anî ziman ku wan tîmên lêgerîn û rizgarkirinê avakirin, ji herêmê re şandin, roja duyemîn a erdhejê navenda koordînasyonê ava kirin û bi gel re têkilî danîn. Demîrdaş got, "Ji roja destpêkê ve em bi gel re bûn yek û li ser karên bêne kirin biryarên hevpar hatin dayin û kar hate kirin."
Demîrdaş got, "Yek ji armancên me yên ji avakirina vê navendê bêguman ne tenê komkirin û belavkirina alîkariyê bû. Ji ber ku me ti carî bi mirovên li vê derê re têkiliyek bi vî rengî rast nedît. Ji kêliya destpêkê ve me bi mirovên li vê derê re dest bi pêçandina birînan kir, me hewl da pêşî li hilweşandina dîroka vê derê bigirin. Ji kêliya destpêkê ve me hewl dan vê yekê bi ser bixînin. Piştî avakirina navenda piştevanî û koordînasyonê, me li Aşagiokûçûlarê aşxaneyek ava kir."
Demîrdaş ragihand ku bi karên xwe yên li Hatayê re wan navenda krîz û koordînasyonê nekirin navendeke belavkirina alîkariyê û destnîşan kir ku wan kirine qadeke welê ku mirov tên derdê xwe lê parve dikin û rê û rêbazên jinûve avakirinê lê nîqaş dikin. Demîrdaş diyar kir ku ew bi giranî girîngiyê didin ser karên têkildarî jin û zarokan û got, heman piştî pêvajoya şewbê, rûdana erdhejê travmayeke mezin li gel zarokan çêkir.
'HATE DÎTIN KU JIYANEKE HEVPAR DIKARE BÊ AFIRANDIN'
Demîrdaş destnîşan kir ku mirov li nebûna dewletê dipirsin, di sohbetên xwe de hebûna dewletê dikin cihê nîqaşê û got, jiyana şexsî ya ku sîstem li mirovan ferz dike bi hevkariyê tê hilweşandin, pêwîstiya mirovan bi jiyaneke hevpar, bi çandeke jiyanê ya alternatîf heye.
Demîrdaş ragihand ku erdhejê bandora herî giran li jinan kir, barê herî giran jî ji jinan re tê hiştin û destnîşan kir ku bi karê dikin re ew jinan digihînin asta birêxistinkirina jiyanê.
Demîrdaş anî ziman ku dewlet xizmeta cemaweriyê nake, lewma li nava gel bûye cihê nîqaşê û got, "Em dixwazin meclîsan ava bikin û bikin ku gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em ê ne welêt ne jî Hatayê di nava lepên wan de nehêlin."