Halîse Aksoy bernedan
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê di qutiyekê de bi kargoyê dan destê wê, ji meha Nîsanê ve girtî ye, rûniştina pêşîn bernedan.
Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê di qutiyekê de bi kargoyê dan destê wê, ji meha Nîsanê ve girtî ye, rûniştina pêşîn bernedan.
Halîse Aksoy a ku hestiyên zarokê wê Agit Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê teslîmî wê kiribûn, bi îfadeyên şahidê eşkere Umit Akbiyik, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de, di 25’ê nîsanê de hatibû binçavkirin. Danişîna ewil a doza derbarê Aksoyê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye despêkirin, îro li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Aksoy û parêzerê xwe Necat Çîçek û Zeynep Karayilan li dadgehê amade bûn. Tevî xizmên Aksoyê rêveberên Partiya Çepên Kesk jî tev li danişînê bûn. Şahidê vekirî Umit Akbiyik jî ji cihê ku lê bû bi Pergala Bideng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bû.
‘ÎDIA NE RAST IN’
Aksoy a bi rêya tercuman, bi kurdî îfadeya xwe da, têkildarî îdiayên Akbiyik wiha axivî: “Îdia derew in. Jixwe ji ber ez bi tenê me li malê namînim. Piranî li malên Stenbol, Qoser û xizmên xwe yên din dimînim.”
Serokê dadgehê ji Aksoy pirsî bê ka ji malbatê wê kesek tev li rêxistinê bûye yan na. Aksoy jî ev tişt anî ziman: “Hestiyên kurê min Agît Îpek bi kargoyê ji min re şandin. Di vê demê de gelek hatim naskirin. Gelek caran hatim ziyaretkirin, ji ber vê yekê gelek hatim naskirin. Şahidê eşkere ji ber vê yekê min nas dike. Ez nizanim bê ka keça min Şînda jî li kû derê ye.”
Ji Aksoyê li ser îdiayên Serhat Karataş ku gotibû di pêvajoya rêveberiyên xweser ên navbera salên 2015 û 2016’an de, Aksoy ji çalakvanan re xwarin çêkiriye û biriye pirs hatin kirin. Aksoy îdiayan wiha bersivand: “Ez jixwe bi darê zorê debara xwe dikim. Zarokên min li min dinihêrin. Hêj ez bi xwe nikarim nan û dan peyda bikim, ez ê çawa ji kesên din re peyda bikim. Hem ev şexs e hem jî midûriyeta polîsan min ji ber kurê min, nas dikin. Ji ber wê bêbextiyan li min dikin.”
ŞAHIDÊ EŞKERE ÎFADEYÊN XWE JI BÎR KIRINE
Şahidê eşkere Akbiyik îdiayên xwe yên di mala Aksoyê de “civînên rêxistinê” dihatin kirin domand. Akbiyik navê hin siyasetmedaran got û îdia kir ku ji mala Aksoyê kes tev li rêxistinê tên kirin. Serokê dadgehê li ser van îdiayan ji Akbiyik pirsî: ‘’Ma tevlîbûnên rêxistinê rasterast ji malê pêk dihatin?” û Akbiyik wiha bersiv da: “Kes ji mala min rasterast tev lê nebûye.’’
Akbiyik di îdiayên xwe yên berê de anîbû ziman ku ji bo Aksoyê alîkariya madî hatiye kirin. Serokê dadgehê dema pirsa alîkariyê kir, Akbiyik bersiva, “kîjan pere” da. Dema ku serokê dadgehê îfadeyên Akbiyik yên berê anî bîrê, Akbiyik wiha got, “pere şandin.”
‘ŞAHID BÊBEXTIYAN LI MIN DIKE’
Têkildarî îdiayên Akbiyik, Aksoy ev tişt anî ziman: “Kesên ku hûn pirsa wan ji min dikin nas nakim. Ez vî kesî jî nas nakim. Li qisûrê nenêrin belê her tiştê ku ev bêterbiye tîne ziman derew e. Sûcdarê herî mezin ew e. Ji bo xwe xelas bike bêbextiyan li min dike. Bi zilmeke di cîhanê de nehatiye dîtin, hestiyên zarokê min, bi rêya kargoyê, teslîmî min kirin. Her kesek min nas dike, ev jî wisa min nas dike.”
Dozgerî jî xwest girtina Aksoyê berdewam be.
‘MALA GELEK CARAN BI SER DE TÊ GIRTIN ÇAWA EWLE DIBE?’
Parêzer bal kişand ser îdiayên şahidê eşkere Serhat Karataş ên têkildarî birina xwarinê ya Aksoyê û anî ziman ku di navbera mala Aksoyê û cihê ku çalakger lê sekinîn de 2 kîlometre navber heye. Çîçek axaftina xwe wiha domand: “Bila îfadeyên Serhat Karataş ji dosyeyê werin derxistin. Gotinên Umît Akbiyik jî ne şênber in. Şahid dibêje ku mala miwekîla min maleke ewle ye. Lê maleke ku ewqas tê naskirin û gelek caran bi ser de hatiye girtin, çawa ewle dibe?”
Parêzer Zeynep Karayilan jî anî ziman ku bi tenê têkildarî îfadeyên şahidan hikum nayê dayîn û bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind ên girêdayê mijarên wekhev. Karayilan wiha domand: “Miwekîla min tenê ji ber gotinên şahid ên razber ev 6 meh in girtî ye. Hestiyê lawê miwekîla min bi awayekê nemirovane bi kargoyê teslîm kirin. Ji ber vê yekê jî gelek hate naskirin û hem ji saziyên sivîl hem ji partiyên siyasî û gelek kes hatin serdana wê. Ji ber vê yekê nabe ku qeydên HTS’ê wek delîl bên bikaranîn. Gelek nexweşînên miwekîla min hene. Herwiha nîşaneyên nexweşiya Alzheimerê derketine.” Karayilan xwest miwekîla wê were berdan.
Dadgehê biryara dewamkirina li girtina Aksoyê da. Herwiha dadgahê biryar da ku wê têkildarî îdiayên Akbiyik anîne ziman, ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsa mizekkereyê binivîse bê ka di der barê kesên navên wan derbas dibin de doz hatine vekirin an jî lêpirsîn hatine destpêkirin. Danîşîn taloqî 12’ê Çileya 2024’an hat kirin.”