Habîp Eksîk: Em malbateke mezin in

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk ku piştî êrîşa polîsan birîndar bû û tedawiya wî dewam dike, wiha axivî "Em malbateke gelekî mezin in, em ê bi têkoşînê bi ser bikevin."

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk ku piştî êrîşa polîsan a li Geverê emeliyat bû û tedawiya wî dewam dike, ji ANF'ê re axivî.

Eksîk bi bîr xist ku li gorî Destûra Bingehîn her cûre çalakiyên dûrî şîdetê bêyî wergirtina destûrê dikare bê lidarxistin, wan jî xwestin vî mafê xwe yê destûra bingehînî bi kar bînin, lê belê êrîş û êşkence li wan hate kirin.

Parlamenter Eksîk got, "Em tevî gelê xwe li ber Navenda Kar a Zagrosê ya li Geverê li hev civiyan. Piştî ku hatin astengkirin, me ji rayedaran re gotin ku em dixwazin vî mafê xwe bi kar bînin. Mixabin nehiştin em vî mafê xwe yê herî însanî, xwezayî û demokratîk bi kar bînin. Bi rengekî dijminane, ji bo birîndarkirinê, ji bo kuştinê êrîş kirin. Xebatkarên çapemeniyê yên dîmen dikişandin jî destgîr kirin. Şêwirmendên me destgîr kirin. Her wiha girseya me jî ji me qut kirin."

Eksîk anî ziman ku polîsan piştî girseya gel ji wan qut kirin, ew û Parlamenterê Colemêrgê Saît Dede bi tenê hiştin û êrîşî wan kirin. Eksîk got, "15-20 polîsan bi hovane, dijminane êrîş birin ser wekîlê me yê Colemêrgê. Bi ço, pihîn û kulman, bi her cûrehî êrÎş kirin. Piştî ku me v rewş dît min telefona xwe derxist û xwest qeyd bikim. Di vê kêliyê de tevî ku zanîbûn ez wekîl im gotin 'vî jî bigirin' û êrîş kirin. Dema ku mesele wekîlê HDP'ê be li Tirkiyeyê polîsên ser bi karên sûcê ti hiqûqê nas nakin."

Eksîk diyar kri ku êrîş bi zanebûn, organîzeyî û plankirî bû û got, "Berê hesab kiribûn ku wê çi bikin. Piştî ku şêwirmendên me dûr xistin, diyar bû ku wê çi bikin. Herî dawî bi pihînan êrîş kirin û lingê min ji sê deveran şikandin. Hingî ez pê hesiyam ku lingê min şikandine û ketim erdê. Piştî ku ketim erdê jî pê li lingê min kirin."

Eksîk destnîşan kir ku dema mijar gelê Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyê be demokrasî tê betalkirin û anî ziman ku ev zordarî, tundî û bêwijdantî tiştekî nû ye, berê jî gelek caran hate kirin.

Habîp Eksîk anî ziman ku wê di çarçoveya hiqûqî de hesabê vê êrîşa hovane bipirse. Eksîk spasiya her kesî kir ku li halê wî pirsîn û got, "Em malbateke mezin in û em ê bi têkoşînê bi ser bikevin. Ez spasiya gelê me dikim ji ber piştevaniyê. Ji bilî serketinê rêyeke din li pêşiya me nîne. Lewma em ê têkoşînê dewam bikin."