Haberturk û Show TV hatin desteserkirin
Di operasyona Serdozgeriya Kuçukçekmeceyê de Can Holding jî di nav de 121 şîrket hatin desteserkirin. Her wiha qenalên Haberturk, Show TV jî hatin desteserkirin.
Di operasyona Serdozgeriya Kuçukçekmeceyê de Can Holding jî di nav de 121 şîrket hatin desteserkirin. Her wiha qenalên Haberturk, Show TV jî hatin desteserkirin.
Serdozgariya Kuçukçekmeceyê xwediyên Can Holdingê Mehmet Şakîr Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de biryara binçavkirina 8 kesan da.
Haberturk, Bloomberg û Show TV ên holdîngê jî di nav de 121 şîrket û malên wan radestî Fona Sîgorta ya Mewdûata Teserûfê (TMSF) hate kirin.
Li gorî agahiyan, lêpirsîn ji ber sûcdariyên 'avakirina rêxistina sûc', 'qeçaxçitî', 'sextekarî' û 'pakkirina nirxên malê xwe ji ber sûc' hate destpêkirin.
Hate ragihandin ku li şîrketan lêgerîn dewam dike.