Gysi, wargeha Şehîd Rustem ziyaret kir

Gysi, wargeha Şehîd Rustem ziyaret kir

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Elman Dr. Gregor Gysi, ku ji bo lêkolînkirina rewşa siyasî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê û pirsgirêkên koçberiyê ev hefteyeke danûstandinan dike, wargeha Şehîd Rustem (Mexmûr) ziyaret kir.

Gysi yê bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçirvan Barzanî, Serokê Parlamentê Dr. Yousuf Mûhammed re hevdîtin kir, der barê pirsgirêk û pêşeroja Başûrê Kurdistanê de agahî stend. Gysi bi Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç re Wargeha Şehîd Rustem (Mexmûr) ziyaret kir.

Gysi, Serkonsolosê Elmanya yê li Başûrê Kurdistanê George Enzweiller û rayedarên Konsolosê, ji aliyê Hevserokê Meclîsa Wargehê Yûsûf Kara, Hevşaredar Bermal Colemêrg û Kendal Kara, berpirsyarê têkiliyên derve yê kampê Polat Bozan, endamên meclîsê û xwendekaran ve bi merasîmekê hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç li vir axaftinek kir û anî ziman ku ew serdana Gysi ya wargeha Şehîd Rustem-Mexmûrê gelekî girîng dibînin. Koç diyar kir ku bi vê serdanê re dostanî û piştevaniya tê bilêvkirin destekeke girîng daye û got, "Gelê Kurd li dijî DAIŞ a gefê li herêmê û qada navneteweyî dixwe, têdikoş e."

Gysi jî, di amadekirina bernameya gera li Iraq û Başûrê Kurdistanê de ji KNK'ê re spas kir. Gysi da zanîn ku ji bo pêvajoya bi rîsk a Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn tê de ye li cih lêkolîn bike û bibîne ew ahtiye û got, "Der heqê Wargeha Şehîd Rustem ed berê agahiyên min hebûn. Lewma min xwest şêniyên wargehê nas bikim, li daxwaz û pêwîstiyên wan guhdarî bikin."

Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yûsûf Kara jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna Gysi û Partiya Çep a li Elmanya li hemberî qedexeya li ser PKK'ê dimeşînin û destnîşan kir ku ew protestoya parlamenterên Partiya Çep a bi vekirina ala PKK'ê re girîng dibînin. Kara anî ziman ku di çareserkirina pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de rakirina qedexeya li ser PKK'ê girîng e û çîroka wargeha Şehîd Rustem vegot.

Hevşaredar Kendal Kara jî behsa pêvajoya êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî wargehê kir û diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ewlekariya wan kiriye. Kara ragihand ku di rewşa heyî de ewlekariya wargehê li herêmekê ji aliyê gerîla, li herêmeke din jî ji aliyê pêşmergeyan ve tê kirin. Kara her wiha pirsgirêkên ew li wargehê dijîn, vegot.

BI GERÎLAYÊN JIN RE RÛNIŞT

Li ser israra Serokê Giştî yê Partiya Çep a Elman Gregor Gysi, du gerîlayên YJA STAR'ê yên herêm li dijî çeteyên DAIŞ'ê parastin, heyet ziyaret kirin. Gysi bi coş û kêfxweşiyeke mezin gerîlayên jin pêşwazî kir û der barê pirsgirêkên ewlekariyê yên herêma Mexmûrê de agahî xwest. 

Gerîlayên jin jî dan xuyakirin ku ew li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi vîn, hêza ji baweriya xwe û kalaşnîkofê têdikoş in û destnîşan kirin, ku pêwîstiya gerîlayan bi çekên giran heye.

Li ser navê Meclîsa Gel û Şaredariya Wargehê, tabloyek ji wêneyê gerîlayeke jin diyarî Gysi hat kirin. Şaredariyê jî plaketa dostaniyê diyarî kir. Gysi dûre saziya Malbatên Şehîdan ziyaret kir.

Gysi piştî danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, ji bo hevdîtina bi rêveberiya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê re, derbasî Rojava bû. Li gel Gysi Nûnerê KNK'ê yê Başûrê Kurdistanê Xebat Mohammed heye.