Gunay: Divê tecrîda li ser Îmraliyê teqez were rakirin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got “Rapora li ser Îmraliyê rapora hiqûq û demokrasî ya Îmraliyê ye. Teqez divê tecrîd were rakirin.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got “Rapora li ser Îmraliyê rapora hiqûq û demokrasî ya Îmraliyê ye. Teqez divê tecrîd were rakirin.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.
Gunay qala şerê li Ûkraynayê kir û got “Gel û aştiya cîhanê dîsa kete bin tehdîteke mezin. Şerê li Ûkraynayê, şerê hegemonyaya di navbera NATO û Rûsyayê de ye. Em dizanin ev şer ji xeynî mirinê wê tiştekî nede gelan. Şerê hegemonyayê ya di navbera Rûsya û NATO’yê li Efganistan û Lîbyayê li ber çavan e. Gel hê jî berdêla vî şerî didin. Divê bi muzakere, metodên dîplomatîk, diyalog û metodên aştiyane pirsgirêk werin çareserkirin. Polîtîkayên bi metodên leşkerî li ser aştiya cîhanê gefeke mezin e.”
Gunay derbarê herêmên ku dixwazin serbixwe bibin jî got “Divê hêzên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY) û OSCE têkevin dewrê û ji gelên wê derê bipirsin. Ji ber ku tişta esasî îradeya gelan e. Divê perspektfîfa çareseriyê li gorî îradeya gelan be. Em bang li NY dikin ji bo şerê li Ûkraynayê divê agirbestê îlan bike û tevdîrên lezgîn werbigire.”
Gunay diyar kir ku polîtîkayên şer eleqeya xwe bi polîtîkayên tecrîdê yên li ser Îmraliyê heye û got “Israra di pergala tecrîda Îmraliyê de tê wateya israra di şer de. Çend roj berê parêzerên rêzdar Ocalan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Rapora Tespîtê ya Îmraliyê ya sala 2021’an eşkere kir. Rapor gelekî berfireh e, em pêşniyaz dikin bila her kes bixwîne. Rapora Îmraliyê rapora hiqûq û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Di sala 2021’an de malbata rêzdar Ocalan ji bo hevdîtinê 71 caran serlêdan kirine û 71 serlêdan hatine redkirin. Parêzeran 202 caran serlêdan kirine lê mixabin ev 202 serlêdan jî hatine redkirin. Ev kurteya salekê ye. Em ji vir diyar dikin rêzdar Ocalan di meseleya doza Kurdan de her carê diyar kir ku ew alîgirê çareseriyeke demokratîk, makeqanûnî û aştîxwaz e. Aştiya bi rûmet a ku Ocalan dixwaze wê ava bike, wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke, wê Rojhilata Navîn bibe cihekî ewle. Ji ber vê divê têkilî bi rêzdar Ocalan re were danîn, polîtîkayên tecrîdê were rakirin. Ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê û aştiya li Rojhilata Navîn ev tişt teqez divê pêk were.”
Gunay diayr kir ku gel di her şertan de xwedî partiya xwe û têkoşînê derdikeve û got “Gelên Tirkiyeyê her carê diyar dikin ku HDP tê wateya hêvî û cesaretê. Hemû beşên civakê fêm dikin ku HDP bûye mifteya ku dikare dahatûya welat ava bike. HDP dikare pirsgirêkên sedsalî çareser bike. Em ê gotina xwe diyar bikin ku li hemberî şeê hegemonyayê ya hêzên global, tekane tişta serwer îradeya gelan e.”