Gulum: Êrîşa li danişînê bi organîzasyona AKP'ê ye

Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum got êrîşa faşîst a li danişîna Doza Kobanê AKP'ê organîze kiriye.

Têkilî êrîşa li danişîna Doza Kobanê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ya Dadgeha Cezayê Giran a 22'an a Enqerê wekîlên HDP'ê û parêzaran daxuyanî dan.

Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum got, ''Doza Kobanê bi fermana desthilatarê vebûye, ji bo ku HDP'ê û muxalefeta civakî bêdeng bikin weke rotekê bi kar tînin. HDP di vê dozê de didarizîne. Hevalên me danîn holê ku ev doz kemîn e. Ên ku bi vê namînin bi hewldanên wiha provakatîf dixwaze têgihiştê kontrol bike û çêbike.''

Gulum diyar kir li hêwanê li gel ku cihê muştekî û kesên ku têne darizandin cudaye jî, ev kes ji devara kesên ku têne darizandin kirine hundir û got, ''Ev jî nîşan dide ku ev bi armanca provakasyonê ye.''