Gulten Maturê, êşkenceya lê hatiye kirin vegot
Gulten Matur ku hatibû revandin, 8 rojan êşkence lê hate kirin û piştre jî hate girtin. Matur xwest kesên îşkence li wê kirine bên darizandin û banga têkoşînê kir.
Gulten Matur ku hatibû revandin, 8 rojan êşkence lê hate kirin û piştre jî hate girtin. Matur xwest kesên îşkence li wê kirine bên darizandin û banga têkoşînê kir.
Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê û Gulten Matur ku di mijdara sala 2022’yan de hatibû revandin, 8 rojan li cihekî veşarî êşkence lê hatibû kirin, piştre hatibû girtin û di 7’ê Sibatê hatibû berdan, li avahiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Endamên OHD û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) jî tev li daxuyaniyê bûn.
Ji parêzerên HHB’ê Seda Şaraldi diyar kir ku rêbazên êşkenceyê hem li pêş çavên gel û hem jî li navendên êşkenceyê yên veşarî tên kirin û wiha got: “Yek ji van rêbazên êşkenceyê yên veşarî jî li Gulten Matur hate kirin. Matur, di 20’ê Mijdarê de ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hate revandin û 8 rojan li qadekî leşkerî hate êşkencekirin. Hem li emniyetê û hem jî li Girtîgeha Sîlîvriyê me bi Matur re hevdîtin kirin. Di van hevdîtinan de me dît ku laşê wê reş û şîn bûye, şopên ceyran û derbkirinê hene. Me rapora vê êşkenceyê amade kir. Dema Matur di bin çavan de, derheqê wê de nûçe hatin çêkirin û weke berpirsyara DHKPC’ê ya Tirkiyeyê hate nîşandan. Lê di îdianameya wê de tu tespîtên wiha nehatin kirin. Ji bo veşartina êşkenceyê hate girtin û di 7’ê Sibata 2023’yan de hate berdan.”
ÊŞKENCEYA LÊ HATIYE KIRIN VEGOT
Matur, êşkenceya lê hatiye kirin vegot. Matur, wiha qala bûyerê kir: “Dema ez di rê de dimeşiyam, wesayîtek nêzî min bû, ez kişandim nava wesayîtê, destên min kelemçe kirin û tûrikek xistin serê min. Gotin ku dê bibin emniyetê. Min jî xwest ku agahiyê bidin parêzerê min lê agahî nedan. Lê ez birim wê qada ku dê 8 rojan êşkence li min bihata kirin. Cil û bergên min derxistin, atlêtek li min kirin û xistin hucreyê. Odeya hucreyê bisunger bû, pergala wê ya deng û cihê hewadariyê hebû. Kesên maske li ber çavan dihatin û diçûn. Rojekê ji min re gotin fermandarê wan dixwaze bi min re biaxive û birin. Qala salên 90’î kirin û xwestin ez biaxivim. Ez neaxivîm. Cara duyemîn dîsa hatin lê min jê re got dê neaxivim. Îcar dest bi êşkenceyê kirin. Bi cîhazê elektro şokê ceyran dan laşê min û ez dam ber kulman. Spreya sarkirinê li boxer û pîjamayên min reşandin. Cemed bi serê min de kirin. Piştre 2 caran birin êşkenceyê. 3 caran bi asqiya rast ve hatim hilayîstin û stranên faşîst bi min dan guhdarîkirin.”
‘ÊŞKENCE HATE QEYDKIRIN’
Matur, axaftina xwe wiha qedand: “Bi rojan piştre ji bo bi min re biaxivin, çendek kes şandin cem min. Van kesan ji min re gotin; ‘Baweriya te bê em kesên bihêz in. Em dikarin hevjînê te yê girtî ji girtîgehê derxînin û tu kîjan deverê bixwazî we bibin wê derê. Em dikarin we derxînin derveyî welat.’ Min jî jê re got; bela sebep xwe newestînin. Li ser vê yekê gefa ‘Êdî ji encamên wê tu berpirsyarî’ xwarin. Van kesan di rê de wesayîta xwe guherandin. Her wiha êşkenceya hatiye kirin qeyd kirin. Ez dixwazim kesên êşkence li min kirine bên darizandin. Ji ber ku êşkence ji bo her kesî gef e. Divê em li dijî vê têbikoşin.”