Çalakiya greva birçîbûnê ya Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya Başûr ku bi hevkariya Tevgera Azadî ji bo du rojan li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya 1999’an li ser Ocalan dabûn destpêkirin, bi dawî bû.
Li ser navê çalakvanan Newroz Fazil daxuyaniyek da.
Fazil bal kişand ser Girtîgeha Îmralî û got: “Îmralî girtîgeheke ku di bin zext û kontrola hêzên navneteweyî de ye û Guantanamo derbas kiriye. Tecrîdek mezin li ser Rêber Apo heye ku ji bo teslîmî desthilatê bibe.”
Fazil diyar kir ku hemû çalakiyên tên kirin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku vê neheqî û bêmafiyê qebûl nakin û got: “Ne dewletên Ewropa, Konseya Ewropa û ne jî CPT erka xwe pêk neanî. CPT bi xirabî li pişt tecrîdê disekine. Li ser Ocalan ti agahî nade. Ev tê wateya berdewama komployê.”
Newroz Fazil li ser çalakiyê jî ev agahî da: “Em dijî vê siyasetê ne, wê çalakiyên me dewam bike. Wê 15’ê Sibatê çalakiyek bê kirin. Bang li hemû sazî û kesî dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin. Rêber Apo Rêberê mirovahiyê ye.”