Greva birçîbûnê di rojeva Parlementoya Swêdê de ye

Greva birçîbûnê di rojeva Parlementoya Swêdê de ye

Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê bi hezaran girtiyan ve di girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyey hatiye destpêkirin digihe astek krîtîk. Nerazîbûnek li hemberî xemsarî û bêdengiya hukûmeta AKP’ê ya li hemberî grevê ji Swêdê hat.

Parlementera Partiya Çepgir a Swêdê Amineh Kakabaveh pêşniyarpirsek têkildarê rewşa krîtîk a girityan de pêşkêşê Parlementoya Swêdê kir. Kakabaveh xwest ji bo pêşîlêgirtina mirinan û pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe, divê hukûmeta Swêdê bikeve hewldanan

Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bersivê bide pirsan û di pêşniyarpirsê de tê diyarkirin ku tevî 9 jinan, gitiyan bi daxwaza perwerde û parastina zimanê zimakîji 12’ê Îlonê ve li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirine û 15’ê cotmehê ve jî girtiyên di girtîgehên din de jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirine.

Kakabaveh destnîşan kir ku her çendî rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de gihiştiye astek krîtîk lê çapemeniya Tirk û biyanî cih nade veê yekê û ji raya giştî re ranegihandiye. Di pêşniyarpirsê de hate diyarkirin ku ger mirin pêk bê, dê nakokiyên li Tirkiyeyê kûrtir bibin û şer dê dijwartir bibe.

JI BO GELÊ SWÊDÊ BANG

Kakabahev der barê mijarê de bersiv da pirsên me û diyar kir ku divê êdî dewleta Tirk dawî li zext û komkujiyên li hemberî Krudan bîne. Kakabahe da zanîn ku şerê 30 sal in berdewam dike nîşan da ku prisgirêka Kurd bi çekan nayê çewitandin û bang li hukûmeta AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên înkarker berde û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi nunrên Kurdan re rûne. Kakabeh bang li gelê Swêdê jî kir ku bikevin nava tevgerê.