Gotina parêzerên Abdullah Ocalan ya “300 rojin nahêlin hevdîtin pêk bê” suc hat hesibandin

Lêpirsîna ku sala 2012’an di derbarê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vekirin, careke din ket rojevê. Gotina parêzeran ya “300 rojin nahêlin hevdîtin pêk bê” ya ji bo muvwekîlê xwe gotin sûc hat dîtin.

Lêpirsîna ku sala 2012’an li ser parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Alî Maden, Baran Dogan, Cengz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi û Mehmet Selîm Okçûoglû hatibû vekirin destpêka sala 2021’an dîsa xistin rojevê.

Piştî ku doz xistin rojevê, parêzer çûn dozgeriyê û îfade dan. Piştî îfadeyan îdeanameya ku dozgeriyê amade kiribû ji aliyê 33’mîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat pejirandin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê parêzeran de tê rêvebririn, tê payîn ku meha Îlonê bi îdeayên “endamtiya rêxistinê” parêzer derkevin pêşberî dadwer.

Di îdeanameya ku hevdîtinên parêzeran ya bi Ocalan weke hêmanê sûc tê dîtinê de, ne qebûlkirina tawanbariya ku li ser parêzeran tê sepandin jî weke sûc hat nîşan dan. Dîsa bikaranîna mafê bêdengiyê ya ji aliyê parêzer Cengîz Yureklî jî wê weke hêmanê sûcê were dîtin, di çarçoveya pêwîstiya pîşeyiya wan de hevdîtinên telefonî yên girtiyan a bi malbatên xwe re jî weke sûc hat hesibandin.

Mijara herî sosret ya di îdeanameyê de gotinên parêzeran ên “Li ser Ocalan tecrîd tê pêkanîn” û “300 rojin ku nahêlin parêzer bi wî re hevdîtinê pêk bînin” yên di nirxandin û daxuyaniyên ku ji çapemeniyê re danî de anîne ziman jî weke hêmanê sûc hatiye nîşan dan bû.