Goral: AKP’ê hikûmeta şer çêtir dît

Goral: AKP’ê hikûmeta şer çêtir dît

Hiqûqnas-akademîsyen Ozgur Sevgî Goral diyar kir ku AKP’ê hikûmeta şer ji xwe re çêtir dîtiye û wiha got: “Ji bo daxwazên gelê kurd bên cih ma divê xwîn birije? Niha li girtîgehan bi hezaran girtî di grevê de ne. Ji vê rewşê re divê bêjin êdî bes e.”

Piştî 2’emîn Kongreya BDP’ê ya Awerte ya Meclîsa Partiyê (MP) ji nû ve ava bû. Hiqûqnas-akademîsyen Ozgur Sevgî Goral ku dema li Zanîngeha Teknîk Yildiz hîndekar bû ji ber daxuyaniyên derbarê pirsgirêka kurd de dabû ji kar hatibû avêtin jî cih digire. Goral ji nêrînên siyasî ji peywira xwe ya YTU’yê hatibû girtin.

Goral ku di dema nû de weke endamê MP’ê ya BDP’ê dê siyasetê bike, diyar kir ku demek dirêj e bi BDP’ê re dixebite. Goral wiha got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka esas pirsgirêka kurd e. Di asta wekheviyê de ger alî li ser maseyê runin dê pirsgirêk çareser bibe. Bi awayekî din ne mumkun e. Muxatabê çareseriyê jî BDP ye. ji ber BDP ji jinan bigirin heta LGBT’yan ji kedkaran bigirin heta mexdurên bajar, bi hemû pirsgirêkên civakê re mijul e.”

JI BO ÇARESERIYÊ MIRIN DIVÊ?

Goral diyar kir ku pêvajoyek dijwar de derbas dibin û wiha pê de çû: “Bi salan pirsgirêka kurd heye. Daxwazên Tevgera azadiya kurd û BDP’ê şênber in. Ger bersiv ji bo van daxwazan neyê dayin, rê li texrîbatên polîtîk û mirovahî vedike. Ji bo daxwazên kurdan niha li girtîgehan çalakiya greva birçûnê ya bê dem û dorneveger heye. Lê mixabin bêdengiyek heye. Gelo dê hun kengî vî dengî bibîhizn. Gelo divê mirin hebe? Tirkiyeyê dewlet beden û ruhê mirovan bê rumet dihêle. Dewleteke ku rêzî nîşanî hebûna mirov bide tune. Bi hezaran mirov çima di grevê de ne?”

BÊDENGÎ ŞERMA MEZIN E

Goral destnîşan kir ku hêviya wî ya ku aşitî bê heye û wiha got: “Ez bêdengiya rayagiştî û civakê ya li hemberî greva girtîgehan rexne dikim. Ev bê dengî şerma mezin e. Çalakî di roja 36’an de ye. Divê mirov vê rewşê bibînin. Bi taybetî jiya kurdan çima ewqas erzan e. Ma divê îleh bimrin? Divê me ji zûde mudaxale bikira û dengê wan bidaba bihistîn. Ev berpisryarî niha tenê li ser milê BDP’ê hatiye hiştin.”

Goral anî ziman ku mirovahî her diçe tune dibe û got: “Mirovên ku ev demeke dirêje di girtîgehan de pirsgirêkên tenduristiyê dijîn hene. Min daxuyaniya TTB’ê (yekitiya tabîbên Tirk) xwend. Tê gotin ku piştî 40 rojan mirin tên payin. Ev daxwaz pir zelal in. Ji bo ev daxwaz bên cih divê demsala muzakreyê hebe. Xwedî helwestbûnê evqas zehmete? Mirov dibêjin mirov îsyan bikin. divê her kes di vê mijarê de bibe xwedî helwest.”

CÎHAN MODELÊN OTONOMIYÊ NÎQAŞ DIKE

Goral diyar kir ku pirsgirêka kurd hikûmetên pir bi hêz li pişt xwe hiştiye û got: “Îro kurd ji daxwazên xwe şûnde gavê navêjin. Daxwaza herî rewa ya mafê zimanê dayikê daxwazeke gelek mafdar û şênber e. Di mijara xweserbûna rêveberiyên herêmî de modelên otonomiyê ligel cihên cîhanê tên nîqaşkirin. Ev difikirim ku divê dewlet bersiva erênî bide vê. Çawa ku 30 sal berê ji “kart-kurtê” kanala kurdî vedikirin. Ev jî têkoşîna vî gelî kir. ev hema ji ber xwe pêk nehat. Vê têkoşînê tiştên ku nedihat kirin pêk anî. Îro êdî hikûmet dike an jî hikûmetên pêş dike niznaim lê ev statukoya heyî nayê qebûlkirin.”

AKP HIKÛMETA ŞER ÇÊTIR DÎT

Goral di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger hikûmeta AKP’ê guhê li dxwazên kurdan bigirin, dê wekê yên berê bihele û biqede. Di Ozgur Gundemê (rojname) de wêneyek hebû; 4 serokwezîrên digotin ‘Kêr gihişt hestî’ îro tune ne. Hikûmetên berê bedela hikûmeta şer dan. Li pêş AKP’ê jî du rê hene. Lê niha AKP’ê hikûmeta şer çêtir dîtiye. Lê ev qas dirêj berdewam nake. Ew jî tê tune bibin. Em dê bibînin. “

LI ZANÎNGEHAN DEWLET HER TIŞTÊ DIYAR DIKE

Goral da zanîn li zanîngehan nêzîkatiya li hemberî hîndekaran neguhireye û wiha berdewam kir: “Hîndekar xwe wekî memuran dibînin. Dema wisa be, dewlet her tiştê wan diyar dike. Kevneşopiya zanîngehên Tirkiyeyê wisa ye.Bê guman kevneşopiyeke ku vê red dike û ji pencereya demokrasiyê dinêrin jî heye. Kesayetên girîng hene. Îsmîl Beşîkçî mînak e.”

OZGUR SEVGÎ GORAL

Hiqûqnas û akademîseyen Goral di navbera salên 2006-2009’an de li Zanîngeha YTU Fen-Edebiyatê di Beşa Zanistên Civakî û Mirovan de peywirdar bû. Di mijdara 2008’an de derbasî kadroya hîndekariyê bû. Ev encam di malpera întera YTU de hate îlankirin. Lê rêveberiya zanîngehê ji ber nêrînên wî yên der barê mijara kurd de dawî li karê wê anî û tayînkirina wî pêk anîn. Ji bo ev biryar şûnde bê girtin di 2009’an de kampayya îmzeyan dabû destpêkirin. Her wiha Goral bi lêkolînên xwe yên li ser koçberî û wendayan jî tê nasîn. Goral bi Meral Daniş Beştaş re di Komîsyona Lihevkirina Makeqanûnê de li ser navê BDP’ê xebatan dimeşîne.