Girtiyên siyasî yên li Sîncanê hatin sirgûnkirin
AKP'ê li girtîgehan dest bi pêkanînên Rewşa Awarte kir. Girtiyên siyasî yên li Sîncan a Enqereyê, bêyî agahî ji malbatên wan re bê dayîn tên sirgûnkirin.
AKP'ê li girtîgehan dest bi pêkanînên Rewşa Awarte kir. Girtiyên siyasî yên li Sîncan a Enqereyê, bêyî agahî ji malbatên wan re bê dayîn tên sirgûnkirin.
AKP/Qesr, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji xwe re kir firsend û zextên li girtîgehan ên li ser girtiyên siyasî zêde kir.
Li gorî agahiyên ji Şaxê TUHAD-FED a Enqereyê hatin wergirtin, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîncanê tên sirgûnkrin.
Rayedarê TUHAD-FED'ê yê ji ANF'ê re axivî got, "Carna 20 kes bi hev re, carna jî 30 kes sirgûn kirin. Wê yên ji darbeyê hatine girtin bixin wê derê; polîtîkaya dewletê ev e. F 1 ji xwe vala kirin; gelekî kêm mehkûm man e. Hewl didin hem mêr, hem jî jinan ji vir bibin."
Li gorî agahiyan, bi pêkanînên Rewşa Awarte re têkiliya navbera girtiyan jî tê astengkirin û bêyî agahî ji malbatan re were dayîn tên sirgûnkirin.
'NAYÊ EŞKEREKIRIN ÇEND KES BIRINE KU DERÊ'
Rayedarê TUHAD-FED'ê got, "Ji ber ku tîpa F haya kesî ji kesî nîne. Danê êvarê dibin û agahî nayê dayîn bê çend kes birine."
Tê gotin beşek ji girtiyên li Sîncanê birine girtîgehên Alanya, Edîrne û Înebolû ya nû tê vekirin.
BANG
TUHAD-FED'ê ragihand, ew ê vê pêkanînê qebûl nekin û got, "Hewl didin ji Rewşa Awarte sûdê werbigirin. Pêkanînên ji yên 12'ê Îlonê dijwartir dikin." TUHAD-FED'ê bang li raya giştî kir ku bala xwe li ser mijarê be.