Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku girtiyan di 4’ê Cotmehê de li dijî binpêkirinên mafan û şert û mercên giran ên tecrîdê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Konya Ereglî dabûn destpêkirin di 16’ê Mijdarê de veguherî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Hate hînbûn ku girtiyên ketine greva birçîbûnê xistin hucreyên yek kesî.
‘REWŞA HIN HEVALÊN ME XERAB DIBE’
Mehmet Can Yiger ê li Girtîgeha Eregliyê di greva birçîbûnê de ye di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re wiha got:
“Hevalên me hene ku di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan girantir dibe û roj bi roj xirabtir dibe. Li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna me ya greva birçîbûnê roj bi roj mezintir dibe. Li girtîgehê silav û axaftina bi kurdî qedexe kirine. Hewl didin me bi temamî tecrîd bikin. Ên di grevê birçîbûnê de ne li qatek din radigirin. Girtiyên di greva birçîbûnê de birin hucreyên yek qatî. Em niha nikarin kesekî bibînin û dengê kesekî bibihîzin. Hucreyên nû tev qirêj bûn, bi zorê bi me dan paqijkirin û me xistin wir. Ji ber ku tecrîdê li me dikin em gelekî bi fikar in û eger tiştek bê serê me girtîgeh berpirsyar e."