Girtiyê bi nexweşiya giran Ozkan ji nû ve şandin girtîgehê
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ku di encama darizandina neadîl de bi dehan sal in dîl tê girtin, ji bo neyê berdan Saziya Tipa Edlî careke din bû asteng.
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ku di encama darizandina neadîl de bi dehan sal in dîl tê girtin, ji bo neyê berdan Saziya Tipa Edlî careke din bû asteng.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê li Girtîgeha Amedê Tîpa D tê ragirtin, li ber mirinê ye. Ozkan di 27’ê Hezîranê de ji bo raporê werbigire sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. ATK’ê ji bo rewşa Ozkan got “Delîl têr nakin” û rapor neda û xwest mehekê li Girtîgeha Tîpa R di bin çavdêriyê de were ragirtin.
Di hesabê Twitterê yê li ser navê Ozkan hatiye vekirin de derbarê rapora ATK’ê de nerazîbûneke wiha hate nîşandan: "ATK’ê bi yekdengî rapora şermê da! Mehmet Emîn Ozkan 83 salî ye. Bi zorê li ser piyan dimîne. Nikare bimeşe. Nabihîze! Tevî ewqas nexweşiyên wî jî delîl têr nakin… Ji bo delîl çêbibin gelo divê bimire!"