Girtiyê nexweş terkî mirinê tê kirin!

Girtiyê nexweş terkî mirinê tê kirin!

Adem Tîryakî ku Li Girtîgeha Tîba F a Tekîrdagê dimîne diyar kir ku ji sala 2009'an vir ve serê wî diêşe her dem di çû revîrê û li revîrê jê re di got: "Li gitîgehê serê mirovan diêşe" û dermanê janbirê didan wî. Herî Dawîn rewşa Tîryakî giran bû û Tîryakî rakirin nexweşxaneyê di encamê de derket holê ku li ser mejîyê wî du tumor hatiye dîtin.

Girtiyê nexweş Adem Tîryakî yê ku li Girtîgeha Tîba F ya Tekîrdagê dimîne der barê tendirûstiya xwe û pêkûtiyên gertîgehê de ji DÎHA'yê re name şand. Tîryakî di nameya xwe de diyar kir ku ev 6 salin di doza PKK'ê de li Girtîgeha Tekîrdagê de dimîne û ji sala 2009'an vir ve ji ber êşa serê xwe her dem diçû revîrê di her çûyînê de bijîşkan jê re di got: "Li girtîgehê serê mirovan diêşe" û dermanê janbirê didan wî û dişand. Tîryakî ragihand ku herî dawî di sala 2010'an de dema ku li hewşa girtîgehê werzîşî dikir jixweçû û wiha ragîhand: "Dîsa dermanê janbirê dan. Di 2013'an de çarek din ez giran bûm ez rakirim nexweşxaneyê û dermanê beneloyx yê vîtamîna B1 dan. Herî dawiyê min biryar da ku ezê ne çîm ne xweşxaneyê. Dema ku êşa serê min dîsa destpêkir wê demê hevalên me bertek nîşanê vê rewşê dan ketin butona lezgîn û ew jî neçarman ku min bibin nexweşxaneyê. Bi peytandina tumorê ez sewqî Edîrneyê kirim.

Tîryakî destnîşan kir piştî ku di mejûyê wê de tumor derketiyê ji Saziya Tiba Edlî sewq xwestiye lê Saziya Tiba Edlî diyar kiriyê ku di şert û mercên girtîgehê de dikarê derman bibe. Tîryakî ji ber nexweşiya xwe serî li Dozgeriya Dadgeha Binlind daye û der barê nexweşiya xwede dosye şandiye Wezareta Dadê heta niha tu encamek nestandiye. Tîryakî ragihan ku bijîşkan diyar kiriye ku emeliyata wî gelek heternake dibe ku di emeliyatêde falincê derbas bike ev îhtimal gelek mezine. Li gorî rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê di vê di demekî kin de emeliyat bibe.