Girtiyê nexweş Tanhan rakirin beşa lezgîn ya nexweşxaneyê

Girtiyê bi nexweşiya giran Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê tê girtin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê rakirin beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê.

Girtiyê nexweş ê giran Cemal Tanhan ê 68 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê tê girtin, rakirin beşa lezgîn ya giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê. Keça Cemal Tanhan ê ku bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn û ev 29 sal in di girtîgehê de ye, Ayşe Tanhan diyar kir ku dema îro telefonî girtîgehê kir, bi tesadufî agahiya ku bavê ji ber pirsgirêka nefesê rakirin nexweşxaneyê, dane wê.

Ayşe Tanhan anî ziman ku ji ber ku rewşa bavê wê nebaş e du sê rojan carekê telefonî rêveberiya girtîgehê dike û îro jî dema telefon kiriye jê re gotine ku bavê wê li nexweşxaneyê ye û rewşa wî giran e. Tanhan got ku ji ber rewşa wî nebaş e divê bê tehliyekirin.

Tanhan ê ku ji ber îşkenceya li girtîgehê rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê tê, carna ji ser hişê xwe diçe û carna jî nizane li ku ye. Tanhan di heyama 29 salên zîndana xwe de gelek pirsgirêkên tenduristiyê pê re çêbûne.