Girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan felc bû
Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê dihat tedawîkirin, felc bû.
Girtiyê nexweş Cemal Tanhan ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Boluyê dihat tedawîkirin, felc bû.
Girtiyê nexweş ê 68 salî Cemal Tanhan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin, ji ber nexweşiyên xwe di 23’yê cotmehê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal û li beşa lênihêrîna awarte dihat tedawîkirin.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şukru Alpsoy ji bo rewşa Tanhan de agahiyan bigire, bi Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Îzzet Baysal a Boluyê Bijîşkê Pispor Ridvan Erdîn re rû bi rû hevdîtin kir.
Alpsoy, da zanîn ku serbijîşk jê re got ku di kezeba Tanhan de kîst heye û ji ber vê yekê felc derbas kiriye û anîne nexweşxaneyê. Serbijîşk ji Alpsoy re got ku derfetên nexweşxaneya wan bi têrî tedawiya Tanhan nakin lewma îro sewqî Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê hatiye kirin.
Parêzer Alpsoy da zanîn ku ji bo taloqkirina înfaza Tanhan dê serî li Dozgeriya Girtîgehê bide.