Girtiyê nexweş nehate tedawîkirin: Randevûya te tune!

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê bi hinceta ku ‘Randevûya wî tune’ nehate tedawîkirin.

Şaxa Îskenderûnê ya Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê were tedawîkirin di 6’ê Îlonê de serî li Saziya Kontrola Raya Giştî dabû. Piştî ku ev serlêdan hate qebûlkirin û dosye ji Wezareta Edaletê re hate şandin, ji bo tedawî û raporê Tamboga şandin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Bijîşkê li saziyê bi hinceta ku ‘randevûya wî tune’ Tamboga tedawî nekir.  Tamboga dîsa şandin girtîgehê.

Parêzer Mehtap Sert çû serdana Tamboga û got “Di gurçika wî de ûr heye û proteînan nikare werbigire. Ji ber vê jî divê tedawî bibe. Ji bo tedawiyê jî divê rapora desteyê hebe. Bijîşkê nexweşiya hinavan bi hinceta ku randevûya wî tune, girtiyê nexweş tedawî nekiriye û ew şandine girtîgehê. Girtîgehê ji bo hefteya bê randevû amade kiriye. Nexweşiya Tamboga li ber çavan e lê vê tevgera bijîşk dûrî nirxên mirovî ye û ne biryareke wijdanî ye.”