Girtiyê nexweş Denîz, bi derengî hat berdan
Girtiyê nexweş Ûlaş Denîz ku berdana wî bi şeş mehan hat astengkirin, ji girtîgehê derket.
Girtiyê nexweş Ûlaş Denîz ku berdana wî bi şeş mehan hat astengkirin, ji girtîgehê derket.
Girtiyê nexweş Ûlaş Denîz ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) poşmanî li ser ferz kir, lê wî qebûl nekir û berdana wî bi 6 mehan dereng hat xistin, îro ji Girtîgeha 1 Kandira ya Kocaeliyê derket. Xizm û rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwariyan re ya Marmarayê (MATÛHAYDER) Denîz pêşwazî kir.
Bi pişt re Ûlaş Denîz û malbata xwe bi hev re ber bi Sûltanbeylî ya Stenbolê ve ku mala wan lê ye, bi rê ketin.