Girtiyê nexweş 13 roj in di greva birçîbûnê de ye
Girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars ê ku 4 sal in di hucreyeke yekkesî de ye, 13 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars ê ku 4 sal in di hucreyeke yekkesî de ye, 13 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, ji bo ku ji hucreya yek kesî ya ku 4 sal in lê tê girtin derbikeve, 13 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzer Tugay Bek ê duh bi Baybars re hevdîtin kir, diyar kir ku Baybars bi awayekî bêhiqûq 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û li dijî vê bêhiqûqiyê herî dawî neçar maye ku dest bi greva birçîbûnê bike. Baybars, di hevdîtina parêzer de, ev agahî derbarê rewşa xwe de da: “Ez di greva birçîbûnê de me û tenê avê vedixwim. Ez dixwazim, ji hucreya yekkesî derkevim. Dixwazim ev tecrîd û îzolasyon, êdî bi dawî bibe.”
Bek, derbarê Baybars de ev agahî dan: “Baybars, di sala 2018’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, di dema qedexeyên derketina kolanan de bi birîndarî tê girtin û cezayê wî ji aliyê dadgeha bilind ve tê erêkirin. Ji bo ku Baybars ji hucreyê bê derxistin em ê di 4’ê Cotmehê de, serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bidin. Ligel ku tu biryareke dadgehê tuneye jî, Baybars 4 sal in di hucreyê de tê girtin. Ev bêhiqûqî ye.”
Resmiye Baybars a li ser rewşa kurê xwe got “Li tenişta dilê kurê min û di destê wî yê rastê de, parçeyên şarapnelê hene. Lê kurê min nayê darmankirin. Kurê min telefonî min kir û diyar kir heya ku ji hucreya yekkesî de neyê derxistin, ew ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bike. Ez dixwazin vê daxwaza kurê min bi cih bînin.”