Girtiyê bi derengî hate berdan, jiyana xwe ji dest da

Yilmaz Ozalp ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1'ê ya Şakranê piştî krîza dil rakirin nexweşxaneyê û bi derengî hate berdan, jiyana xwe ji dest da.

Yilmaz Ozalp ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Şakranê ya Îzmîrê girtî bû, 5'ê Tebaxê ji ber krîza dil rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Çîglî. Di 14'ê Tebaxê de cezayê Ozalp ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Lê belê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Malbata Ozalp diyar kir ku ji bo wergirtina cenaze li benda destûra dozgeriyê ne. Malbata Ozalp wê cenaze sibe li navçeya Salîhlî ya Manîsayê bispêre axê.

Ozalp xwestibû li nexweşxaneyê bê dermankirin, lê belê daxwaza wî nehatibû qebûlkirin.