Girtiyan li Gîresûnê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê 3 girtiyan ji ber binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Erkan Benlî, Orhan Algan û Ramazan Çakmak ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê girtîne, li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyan diyar kirin ku li dijî ferzkirina lêgerîna devkî ya li nexweşxaneyê, astengkirina berdana girtiyan a ji aliyê şandeya girtîgehê û astengkirina pirtûkên bi Kurdî, dest bi çalakiyê kirine.

Girtiyan diyar kirin ku li ser hevrêyên wan ên ku cezayê wan bi dawî bûne, qanûna poşmaniyê hatiye ferzkirin û her wiha li ser girtiyan ferz kirine ku derbasî qawîşên kesên bêalî bibin.