Girtina santralên komirê wê rê li ber betaliyê veke

Girtina santralên komirê wê rê li ber betaliyê veke

Li Elmanyayê mijara girtina santralên termîk ku di rojeva hikûmeta Federal de bû, sanayîvanan dike nava fikaran.

Li gorî rapora ku aliyê Yekîtiya Pîşesazên Federal a Elman (BDI) ve hatiye kirin de, girtina santralên termîk a bi komirê tê bikaranîn wê zirarek mezin bide aboriya Elmanyayê.  Li gorî rapora ku ji aliyê Enstîtuya Aboriya Cîhanê ya Hamburg (HWWI) û şîrketa piştevaniya enerjiyê re  hatiye amadekirin girtina santralên komirê, wê bibe sedam ku 74 hezar kes betal bimînin.

Di raporê de hate destnîşan kirin ku girtina santralên termîk ên Elmanyayê bi tena serê xwe nikare li dijî germahiya global têbikoşe û hat îdîakirin ku nirxa borsa a elektîrîkê di 2020’an de ji sedî 20 dê zêde bibe.

Di raporê de hat gotin ku girtina santrolên komirê ya Elmanyayê piştî sala 2020’an şûnde wê rastî zirara aborî bê û ev jî wê 70 mîlyar dolar be.

Di raporê de hate destnîşankirin ku wê Elmanya zehmetiya elektîrîkê bijî û ji ber vê jî wê muhtacî elektîrîka welatên cîran ên wekê Polonyayê bibe.  Tê gotin ku Polonya elektîrîka ku ji komira kevir hildiberîne wê bifiroşe Elmanyayê.

Di raporê de hat gotin ku ji bo gazên CO2 kêm bibe Elmanya tenê têr nake û divê welatên din jî di heman demê de tedbîran bigirin.

Elmanya bi sozên xwe yên der barê pêşîgirtina gazên CO2’ê balê dikişîne.  Elmanyayê hedef kir ku heta sala 2020’an ji sedî 40 kêm bikin lê tê texmîn kirin ku ev hedef ji sedî 32-35 be.