Girtî di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tên ragirtin, ji bo sîstema Îmraliyê şermezar bikin, ketin greva birçîbûnê. Ev greva bi armanca hişyarkirinê tê lidarxistin wê 3 rojan dewam bike.

Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî hewldana darbeyê zêdetir bûn.

Tevî ku agahî derketin holê û nûçe hatin weşandin, ku darbekaran amadekariya sûîqestê li hemberî Ocalan kirine, hê destûr nayê dayîn malbat an jî parêzer biçin Îmraliyê. 