Gerîlayê YPG'ê Can li Konyayê hat veşartin
Gerîlayê YPG'ê Can li Konyayê hat veşartin
Gerîlayê YPG'ê Can li Konyayê hat veşartin
Gerîlayê YPG'ê Erol Can ê di berxwedana YPG'ê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî li Konyayê hat veşartin.
Şervanê YPG'ê Erol Can (Serhildan Demhat) ê di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, pişî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê duh bi şev cenazeyên wî anîn Konyayê. Cenazeyê Can ê YPG'yî, ku ji bo veşartinê îro ji morga nexweşxaneyê hat girtin û dema anîn ber mala wî ciwanan bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û dirûşma "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.
Merasîma cenaze, ku li gel malbata Can, rêveberên DBP, HDP û bi sedan kes lê amade bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Cenazeyê Can ê YPG'yî li Goristana Mûsalla hat veşartin û dûre Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Konyayê Mehmet Bozdag daxuyaniyek da. Bozdag got, "Rêhevalê me Erol, li hemberî zilma li Kobanê bêdeng nemaye û di temenê xwe yê ciwan de şehîd ketiye."
Bozdag piştre bal kişand ser nameya dawî ya Can ê YPG'yî ku beriya biçe Kobanê nivîsandibû û got, "Rêhevalê Erol di nameya xwe ya dawî de diyar kir ku ziman, ol, nîjad çi dibe bila bibe divê mirov li hemberî zilmê bêdeng nemînin û tevlî refên YPG'ê bû."
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Konyayê Hasan Ateş jî got, "Rêhevalê Erol çavkaniya ronahiya Rojhilata Navîn e. Ew nêrîn û rûmeta mirovahiya li ser piyan e."