Gerîla TV dîmenê çalakiya li girê Petrutê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Mijdarê ya li girê Petrutê ku di encamê de 2 leşker hatin kuştin û kepçeyek hate rûxandin, weşand.
Gerîla TV dîmenê çalakiya 17'ê Mijdarê ya li girê Petrutê ku di encamê de 2 leşker hatin kuştin û kepçeyek hate rûxandin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniyeke xwe de li ser encama çalakiyê ev agahî dabû:
"Roja 17'ê Mijdarê saet di 12:00 de, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dagirker ên ku li ser girê Petrutê rê ji xwe re çêdikirin, hêzên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên xurt li çeper û maşînên kar ên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, kepçeyek jî hat rûxandin."