Gergerlîoglû dîsa bû wekîl: Me li ber xwe da û ser ketin

Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î ku wekîltiya wî hatibû xespkirin lê hate vegerandin got: “Me bi gel re li ber xwe da, bi ser ketin.

Desteya Giştî ya Meclîsê bi serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê Nîmetullah Erdogmûş civiya. Biryara darazê ya derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû de dabû hat xwendin. Parlamenteriya Gergerlîoglû ku di 17’ê adarê de li Meclîsê hatibû betalkirin, dîsa lê hat vegerandin. Gergerlîoglû piştî 4 mehan dîsa hat Meclîsê û wê dikaribe di wezîfeyên xwe yên qanûn çêkirinê berdewam bike.

Gergerlîoglû yê ji ANF’ê re axivî û got: “Ji roja ewilê û vir ve em li dijî darbeyê ne, dîsa qeyûmên hatin danîn, bi sedan kesên ji karê xwe bûne, bi hezaran mirov mexdûr in. Ez jî ji ber parvekirinek li ser tevnên dijîtal bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatim girtin. Partiyê teklîfa wekîltiyê ji bo min da, ji wê rojê û vir ve min hewl da dengê her kesê li Meclîsê bidim bihîstin. Binêrin îro li Meclîsê min dengê Tirkên Uygur bire Meclîsê û MHP ji vê nerihet bû. Ji ber ku tenê bi gotina em ji heman nifşî tên, zêdetir tiştek din nakin. Em vê dizanin Bahçelî ji vê nerehet bû û li ser fermana wî dema li TBMM’ê di nobedê te bûm, bi gotina ‘ji meclîssê derxin vî mêrî’ wisa lezûbez derxistim. Dîsa li mala xwe jî wisa lezûbez derxistim. Heta em dizanin dema roja biryara berdana min jî, beriya kongreya MHP’ê doza girtina partiya min HDP’ê derxistin. Tenê ji bo xelatek bidin kongreya MHP’ê. Îro çawa akademîsyenên Bogazîçî û xwnedekar li dijî qeyûman li ber xwe didin, me jî li ber xwe da û serketin.”