Gergerlîoglû çû şîna malbata Dedeogûllari

Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû çû şîna malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê hatibûn kuştin.

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo sersaxiyê çû serdana malbata Dedeogûllari ya ku 7 ferdên wê li navçeya Meram a Konyayê hatibûn qetilkirin. 

Gergerlîoglû, beriya serdana xwe ya malbatê çû serdana parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût û têkildarî lêpirsînê jê agahî girt. Karabûlût, ji Gergerlîoglû re ragihand ku rexmî hişyariyen wan jî tevdîr nehatine girtin û di encamê de komkujî li ber çavan pêk hatiye û pirs zelal li holê ye ku êriş ji ber sedemên nîjadperestî pêk hatiye. Gergerlîoglû jî diyar kir ku divê Walî û Midûrê Polîsan ê Konyayê îstifa bikin û ev tişt got: "Tenê bi îstifakirinê jî xelas nabin. Bêberpirsyariyeke mezin heye. Li aliyê din çawa çêdibe ku Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê nayê Konyayê? Divê ev komîsyon bêalî be û bi mexdûran re hevdîtin bike." 

Piştre Gergerlîoglû derbasî konê sersaxiyê bû û çû serdana xizmên malbata Dedeogûllari û li şahidên komkujiyê guhdar kir. Xizmên malbatê ev tişt gotin: "Kekê min digot, 'Diçûn û tên gef li min dixwin û dibêjin, ev Kurd in em ê wan ji vir rakin, dewlet li pişt me ye'. Niha 7 canê me kuştin. Ji ber ku em rastiya bûyerê vedibêjin dixwazin me bişînin girtîgehê. Ev mirov ji ber Kurd bûn hatin kuştin."

Ji xizmên malbatê Halîs Boran, wiha axivî: "Tişta ku zora me diçe neparastina dewletê ya van mirovan bû. Her roj gef li Yaşar Dedeogûllari dihat xwarin. Dihat gotin, 'Tu yê van deran bifiroşî û biçî'. Dibêje wê mirov min bikuje parastvan didin aliyê hember. Dewleteke wiha dibe? Niha jî dibêjin, 'Bûyerê ber bi cihekî din ve nekişînin'. Kesên ku bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin û dixwazin serê bigirin ew bi xwe ne, yanî kesên welat bi rê ve dibin."