'Ger zarokên me birçî bin em ê çawa sofre deynin?'

'Ger zarokên me birçî bin em ê çawa sofre deynin?'

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ên siyasî ket roa 43’emîn. Heta niha hukûmeta AKP’ê ji bo bidawîbûna grevê ne tu tiştek kiriye û ne jî tu sozekdaye; malbatên girtiyan jî gelek bi fikar in. Bi qasî vê fikarê bi biryar in ku xwedî li çalakiyên zarokên xwe derbikevin.

Malbatên ku zarokên wan ji bo sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine ji ANF’ê reaxivîn û diyar kirin ku daxwazên zarokên wan, daxwazên wan in jî.

GEYLANÎ: ERDOGAN KERR Û LAL BÛYE!

Dayika girtiyê bi navê Samî Geylanî yê ku di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de, di greva birçîbûnê de de ye Gulşen Geylanî bal kişand ku rewşa kurê wê ber bi xirabûnê ve diçe û got; “Herî dawî 20 roj berê ez bi Samî re axivîm. Lê em êdî nikarin hev bibînin. Di telefonê de dengê wî ne baş bû.Tenduristiya wî ne baş bû. Guşen Geylanî da zanîn ku kurê wê biryardariya xwe didomîne û got; “Gava em cara dawî axivîn, got ku ew ji rêya xwe venagerin. Ji min re got ‘Dayê ez baş im, mereq neke, lê em dest ji rêya xwe bernadin’. Ez nizanim çi bikim. Çavên Erdogan kor bûne, guhên wî kerr bûne. Ewqas mirov di xeteriyê de ne, dimirin, lê hukûmet deng nake. Hêviya me ji gel jî ev e: Dengê xwe bilindtir bikin.”

TEMÎZYUZ: GIRTÎ BI BIRYAR IN, DIVÊ HEVDÎTINA BI OCALAN RE PÊK BÊ

Bedrî Temîzyuz jî di Girtîgeha Tîpa F ya Sîncana Enqereyê de, di greva birçîbûn de yeç Temîzyuz ji sala 1988’ê ve girtî ye. Cezayê wî 36 sal e. Birayê wî Mehmet Temîzyuz got; “Kekê min piştî hevdîtinê biryar da ku ew êdî nayê hevdîtinan. Em jî êdî neçûn hevdîtinê. Em bi telefonê diaxivin. Pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûne. Çavên wan tarî dibin, kîloyan wenda dikin, xwîn ji mîde û gewriya wan tê. Em weke malbat bi endîşe ne.”

Temîzyuz diyar kir ku kekê wî ji sala 1988’an ve di girtîgehê de ye û beriya niha jî ketiye greva birçîbûnê. Temîzyuz da zanîn ku divê bihîstyariya civakî were bilintirkirin û got: "Di vê hefteya dawiyê de gel baştir rewşa girtîgehan dît. Em bang li gel dikin ku li derdora girtîgehan bibin xelek. Ji ber ku daxwazên ku bûn sedem ku girtî dest bi grevê bikin, daxwazên gel in."

Temîzyuz ku got; “Divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike. Bi vî awayî dê daxwaza destpêkê ya girtiyan bê pêkanîn. Ev pir girîng e. Heta hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê, divê em ji mirinan re amade bin. Ger wiha bidome em dê nûçeyên mirinê ji girtîgehan bigirin" , wiha domand: "Bi taybet em bang li Wezareta Dadê dikin; bi redkirina hevdîtinên bi Ocalan re helwesta alîgiriya mirinê nîşan dide."

EKÎNCÎ: GER TIŞTEK BI ZAROKÊN ME WERE BILA DEWLET JI ME BITIRSE!

Xezal Ekîncî jî dayika Elîf Ekîncî ya ku di Girtîgeha Tîp E ya Amedê ya Jinan de ye. Nexweşiyên wêyên tansiyon û dil hene. Li gel vê jî tumora mejî heye. Keça wê Elîf Ekîncî ku sala 1990’ê ji dayik bûye, piştî erdheja li Wanê hate girtin. Beriya were girtin xwendekara Zanîngeha Dîcleyê bû. Xezal Ekîncî herî dawî roja înê bi telefonê bi keça xwe re axiviye. Ekîncî wiha got: "ji ber ku ez nexweş bûm, rastiyê ji min re negotibû. Ji bo ez neqehirim, negot ez di greva birçîbûnê de me. Di axaftina dawî de got ‘Bijîşk heye, ez başim’. Lê ez duh bi xwîşka hevala wê re axivîm, rewşa wê qet baş nîn e. Dibêjin ger daxwazên wan neyên qebûlkirin ew dê greva xwe bidomînin.”

Xezal Ekîncî bal kişand ku ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û helwesta hukûmeta AKP’ê wiha rexne kir; “Em jî weke malbatên wan dixwazin ku daxwazên wan bêne qebûlkirin. Tişta ji destê me bê em dê bikin. Em ê her tim li pişt wan bin. Ger tiştek were serê wan berpirsê vê yekê AKP ye. "

Ekîncî weke dayikekê hukûmeta AKP’ê bi van gotinan şiyar kir: "Ger tiştek were serê keça min an jî giriyên din, dê rewş pir xirab bibe. Ez weke dayikek qet natirsim. Gava mesele bibe zarokên em dê her tiştê bikin. Tu tirs û şermamin tune ye. Bila ew bitirsin. Bila qet nebêjin em dê bê deng bimînin. Zarokên me her roj li ber çavên me dihelin. Ger ew bimirin, em jî dê bimirin. Em heta dawiyê têbikoşin." Xezal Ekîncî da zanînku ew dê cejnê pîroz nekin û got: "Em cejnê nakin. Min jixwe ji bo roja cenjê biryar daye; Ez dê li ber girtîgehê çalakiya rûninştinê bikim. Keça min xwarinê naxwe, ez dê çawa sofre deynim? Es sofre danaynim. Ez dê biçim û li nêzî keça xwe rûnim."