Generalê ji aliyê FARC'ê ve hatiye ragirtin wê serbest bê berdan
Generalê ji aliyê FARC'ê ve hatiye ragirtin wê serbest bê berdan
Generalê ji aliyê FARC'ê ve hatiye ragirtin wê serbest bê berdan
Hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARC'ê, li ser şertên serbestberdana generalê roja Yekşemê hatibû ragirtin, li hev kirin.
Hikûmeta Kolombiyayê, piştî revandina tum generalekî dabû xuyakirin, ku ew hevdîtinan radiwestînin. Gerîlayên FARC'ê jî dan xuyakirin ku li herêma Choco ya li pervaên Okyanûsa Pasîfîk, generalê mijara gotinê û leşkerên pê re di nava tevgerê de bûn, lewma hatine ragirtin.
Dîplomatên Kubayî û Norwêcî duh li paytexta Kuba Havanayê daxuyanî dan û ragihandin ku hikûmet û FARC'ê li ser mercên serbestberdana general de li hev kirine.
Dîplomatê Kubayî Rodolfo Benîtez û hempîşeya wî ya Norwêcî Rîta Sandberg daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê û gotin, "Her du aliyan li ser mercên serbestberdana general li hev kirin."