Gelek HDP’yî hatin binçavkirin

Li Antalyayê, di serdegirtinên danê vê sibehê de gelek HDP’yî û xwendekar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan danê sibehê li Antalyayê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek xwendekaren Zanîngeha Akdenîzê û HDP’yî hatin binçavkirin.

Çend ji binavçkiriyan ev in: Bawer Narîn, Sînan Tan, Velat Ozdemîr. Fikar hene ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.