Gelê Katalan piştgiriyê dide berxwedana gelê Kurd

Katalonya yekane parlamento ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike. Ev di bin bêdengiya piraniya partiyên siyasî de, gefên Balyozxaneya Tirk jî bi xwe re tîne.

Parlamenter Eûlalîa Regûant ku li Parlamentoya Katalan nûnera partiya CÛP a alîgira xweseriyê ye, êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya bi awayekê sîstematîk bi nav kir. Reqûant peyama ‘Gelê Katalan bi Kurdan re ne‘ da.

Regûant anî ziman ku Tirkiye bi salan e, weke ku li Bakur bi awayekî sîstematîk dike, gefan li projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û êrîşê Kurdan dike û got: “Rejîma Erdogan niha bi bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybetî dewleta Spanyayê ku bi Tirkiyeyê re li têkiliyên xwe yên leşkerî dewam dike, herêmê bombebaran û dagir dike. Binpêkirina sîstematîk a hiqûqa navneteweyî cidî û bi fikar e û weke ku sûd ji baldariya li ser şerê Ûkraynayê bê girtin, pêk tê.”

Regûant diyar kir ku Katalonya yekane parlemento ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike û got “Ev rewş rê li ber gefên balyozxaneya Tirk re jî vedike. Em binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê Erdogan ve şermezar dikin.”

Regûant qala têkîliyên Tirkiyeyê yên bi DAÎŞ’ê re jî kir û wiha pê de çû: “Ji zû de ye ku guman hene ku têkîliyên rejîma Tirk û DAÎŞ’ê yan jî, Erdogan DAÎŞ’ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji bo ku li herêmê şer bike û ji vê rewşê sûd bigire, rewşeke cidî û cihê şermezariyê ye. Ev nîşaneya aliyê wî yê herî otorîter û despotîk e. Divê ev rastî, ji bo ku civaka navneteweyî dest ji bêdengiya xwe berde û beriya her tiştî têkîliyên xwe yên bi Erdogan re qut bike, li ser lîsteya binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya demdirêj bê zêde kirin.”

Regûant destnîşan kir ku bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xiyaneta li nirxên demokratîk e û ragihand ku ev rewş nîşaneya kalîteya demokratîk a li Ewropayê ye.

Regûant axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parlamento û Katalanan weke ku berî zêdeyî salekê anîn ziman, bi berxwedana Kurdan re ne û bûne parêzvanên projeya konfederalîzma demokratîk û nirxên wê.“